Li Moskowê rêz li Mela Mistefa Barzanî tê girtin

16-03-2019
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Mela Mistefa Barzanî bi 500 pêşmergeyên xwe ve nêzîkî  12 salan li Yekîtiya Sovyetê mabû
Mela Mistefa Barzanî bi 500 pêşmergeyên xwe ve nêzîkî 12 salan li Yekîtiya Sovyetê mabû
Nîşan Mela Mistefa Barzanî Bîranîn Rûsya Moskow
A+ A-

Moskow (Rûdaw) – Diyasporaya Kurd li Kolana Novoslabodska ya li navenda Moskowê roja jidayîkbûna Mela Mistefa Barzanî pîroz kir.

 

Nûnerên diyasporaya Kurd weke her sal, roja 14 Adarê ji bo pîrozkirina roja jidayîkbûna Mela Mistefa Barzanî, li ber avahiya ku lîderê kurd ji sala 1954 heta 1958 lê jiyabû, kom dibin.


Barzanî bi 500 pêşmergeyên xwe ve nêzîkî  12 salan li Yekîtiya Sovyetê mabû û girêdana menewî ya Kurdên sovyetê bi Kurdistanê re jî, ji wê demê destpê bûbû.


Nûnerê PDK li Rûsyayê Kurdên diyasporayê û Rûsên dostên Kurdan destkeftên îro yên li Kurdistanê û pêşveçûna peywendiyên Kurdistanê bi Rûsyayê re weke berhemên keda Mela Mistefa Barzanî dizanin.


Welatiyê Rûsyayê Borîs Baskîn  ji Rûdawê re diyar kir ku gelek dostên wî Kurd hene û wiha pê de çû: “Ez îro hatime vexwandin bo vê derê. Gelek agahiyên min li ser kiryarên lîderê Kurdan Mela Mistefa Barzanî hene. Ez baş dizanim wî ji bo gelê xwe çend têkoşaye û ji bo nêzîkhevkirina gelên me jî ked daye. Ez jî dixwazim ji bo dostaniya gelan di riya wî de bimeşim."


Lewheya Bîranînê ya li ser dîwara avahiyê, ku Mela Mistefa Barzanî lê jiyabû, sala 2012an ji aliya şaredariya Moskowê bi beşdariya serokê wê demê yê Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî hatiye danîn. Ji wê demê vir ve, ev navnîşan bûye ne tenê ciyê bi bîranîna rojên jidayîkbûn, an jî mirina Barzanî, lê herwiha bûye cihê herî pêşîn a serdana her şandekî fermî ya ji Kurdistanê  bo Moskow û xwendekarên Kurdistanî yên li Rûsyayê jî. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst