Li Brîtanyayê belgefîlma Helebceyê hat nimayîşkirin

London (Rûdaw) – Li nav avahiya saziya Bafta ya hunerî, belgefîlma êş û janên kîmyabarana Helebce û Enfal û komkujiya Kurdên Êzidî hat nimayîşkirin, ku sê bûyerên mezin ên xwînavî yên vê sedsalê û sedsala derbasbûyî ne.

 

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Brîtanyayê Karwan Cemal Tahîr li ser cihê nimayîşkirina belgefîlmê diyar kir: “Me ev der hilbijart, ji ber ku yek ji cihên giring ên Brîtanyayê ye, Bafta yek ji sînemayên bi nav û deng ên Brîtanyayê ye û şayesteya wê yekê ye ku em fîlma qurbaniyan him li ser Helebceyê, him li ser Enfalê û him jî li ser Êzidiyan li vir nimayîş bikin.”

 

Belgefîlm li Herêma Kurdistanê hatine kişandin, derhêner û Serokê Bernameya Bîranînê yê Kurdistanê Giwên Robêrt dibêje: “Vê êvarê dê çend gotar werin xwendin ji bo bîranîna Enfal û Helebceyê, piştre pêşandana sê fîlman ku her yek ji wan 6 – 7 xulek in û beşek ji karên me nîşanî we didin.”

 

Derhêrnerê belgefîlma Helebceyê ji Rûdawê re ragihand ku ev belgefîlm ji bo xelateke navdewletî ya li ser asta cîhanê, bûye namzed û bi rêya elektronîk dengdan heye, heta 27ê Adarê jî dengdana diyarkirina belgefîlma herî baş, berdewam e.

 

Derhênerê Fîlma 16ê 3, Danî Darîn dibêje: “(Ev fîlm) niha di pêşbaziyeke mezin de ye, ku xelk dikare deng bide. Ev fîlm di çar beşan de di pêşbaziyê de ye, lewma gelek giring e ku her kes deng bide, bêguman şansê me yê zêdetir dê çêbibe û derfetên me zêde bin.”

 

Ji bo ku 16ê 3 di vê festîvalê de gelek serkeftî bibe, êvara nimayîşê li Brîtanyayê bi hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bernameya Bîranîna Kurdistanê hatiye diyarkirin.