Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê, Nêçîrvan Barzanî vexwend welatê xwe

16-02-2024
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Alexander Schallenberg Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg li Munîhê hevdîtinek kir.

Alexander Schallenberg di vê hevdîtinê de bi awayê fermî Nêçîrvan Barzanî vexwend Awisturyayê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di hevdîtinê de pêwendiyên Awisturyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hatine nirxandin.

Barzanî û Schallenberg nêrînên xwe yên li ser “şerê li Xezeyê, aloziyên li Rojhilata Navîn, gefên li ser ewlehiya cîhanê û bandora van a xerab” anîn zimên.

Her du aliyan diyar kir ku divê alozî zêdetir nebin û ji bo vê yekê hevkarî were kirin.

Barzanî û Schallenberg ragihand ku her du alî jî dixwazin pêwendiyên Awisturyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê bi pêş bikevin.

Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg ragihand ku Awisturya girîngiyeke zêde dide pêwendiyên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û Nêçîrvan Barzanî vexwend welatê xwe.

Nêçîrvan Barzanî ji ber pêwendiyên wê yên baş û piştigiriya wê spasiya Awisturyayê kir û da zanîn ku ew dixwazin ev pêwendî hîn baştir bibin.

Gelek lîderên cîhanê, pisporên ewlehiyê û siyasetmedar dê di navbera 16 û 18ê Sibatê de tevî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibin ku cara 60î ye tê lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji wan kesan e ku dê tevî konferansê bibe û ew doh çû Munîhê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku dê Nêçîrvan Barzanî bi gelek serok, serkirde û siyasetmedaran re bicive.

Nêçîrvan Barzanî îro bi hinek kesayetên wekî Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokwezîrê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Bin Casim el Sanî re hevdîtinên girîng kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de bi şandeyeke Amerîkayê ya bi pêşengiya Senator Don Sull, Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê Grant Shapps, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîra Dewletê ya Almanyayê ya Kurûbarên Parastinê Siemtje Mollerê re jî hevdîtin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst