MUNÎH - Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê civînek kir

16-02-2024
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Grant Shapps Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Munîhê bi Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê Grant Shapps re hevdîtinek kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Barzanî bi Grant Shapps û şandeya pê re li ser mijarên li rojevê axivîne.

Di hevdîtinê de babetên wekî “rewşa ewlehiyê ya li Rojhilata Navîn, şerê li Xezeyê û encamên gengaz ên wî şerî, bandora şerê Xezeyê ya li herêmê û metirsiya ku ev şer li ser aramî û ewlehiyê çêdike” hatinê gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du aliyan destnîşan kiriye, “Divê destûr neyê dayîn ku şer li herêmê berbelav bibe.”

Dîsa her du aliyan li hev kiriye ku “Divê Îraq ji şer, pevçûn û aloziyan were parastin.”

Gelek lîderên cîhanê, pisporên ewlehiyê û siyasetmedar dê di navbera 16 û 18ê Sibatê de tevî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibin ku cara 60î ye tê lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji wan kesan e ku dê tevî konferansê bibe û ew doh çû Munîhê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku dê Nêçîrvan Barzanî bi gelek serok, serkirde û siyasetmedaran re bicive.

Nêçîrvan Barzanî îro bi hinek kesayetên wekî Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokwezîrê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Bin Casim el Sanî re hevdîtinên girîng kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de bi şandeyeke Amerîkayê ya bi pêşengiya Senator Don Sull û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re jî hevdîtin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst