MUNÎH – Nêçîrvan Barzanî û şandeya Amerîkayê civiyan

16-02-2024
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Şandeya Amerîkayê Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeya Amerîkayê ya bi pêşengiya Senator Don Sull li Munîhê civînek kir.

Di hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û şandeya Amerîkayê de mijarên wekî “pêwendiyên Amerîkayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re” û “rewşa ewlehiya ya Îraqê” hatin gotûbêjkirin.

Gelek lîderên cîhanê, pisporên ewlehiyê û siyasetmedar dê di navbera 16 û 18ê Sibatê de tevî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibin ku cara 60î ye tê lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji wan kesan e ku dê tevî konferansê bibe û ew doh çû Munîhê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku dê Nêçîrvan Barzanî bi gelek serok, serkirde û siyasetmedaran re bicive.

Nêçîrvan Barzanî îro bi hinek kesayetên wekî Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokwezîrê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Bin Casim el Sanî re hevdîtinên girîng kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de bi şandeyeke Amerîkayê re jî civiya.

Divê pêwendî werin bipêşxistin

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Barzanî û şandeya bi pêşengiya Senator Don Sull anî zimên ku divê pêwendiyên Amerîkayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re werin bipêşxistin.

Her du aliyan destnîşan kir, divê hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî werin parastin û wan bertek nîşanî wan êrişan da ku hêzên Amerîkayê dikin hedef.

Di hevdîtinê de amaje pê hat kirin, “Amerîka piştigiriya ku ji bo têkoşîna bi terorê dide Îraq û Herêma Kurdistanê didomîne.”

Şandeya Amerîkayê jî bi bîr xist ku welatê wan girîngiyê dide pêwendiyên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re.

Nêçîrvan Barzanî ji ber piştigiriya ku didin Îraq û Herêma Kurdistanê spasiya Kongre û Senatoya Amerîkayê kir.

Li aliyê din, rûdanên dawiyê yên li herêmê jî di vê hevdîtinê de hatin nirxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst