Nêçîrvan Barzanî li Munîhê bi Serokwezîrê Qeterê re hevdîtinek kir

16-02-2024
Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Bin Ebdulrehman Bin Casim el Sanî / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Bin Ebdulrehman Bin Casim el Sanî / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Qeterê Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Bin Casim el Sanî li Munîhê hevdîtinek kir.

Gelek lîderên cîhanê, pisporên ewlehiyê û siyasetmedar dê di navbera 16 û 18ê Sibatê de tevî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibin ku cara 60î ye tê lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji wan kesan e ku dê tevî konferansê bibe û ew doh çû Munîhê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku dê Nêçîrvan Barzanî bi gelek serok, serkirde û siyasetmedaran re bicive.

Nêçîrvan Barzanî îro bi hinek kesayetên wekî Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re hevdîtinên girîng kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de bi Serokwezîrê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Bin Casim re jî hevdîtinek kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di vê hevdîtinê de rewşa li Rojhilata Navîn û şerê li Xezeyê hatine nirxandin.

Her du lîderan bûyerên piştî destpêkirina (7ê Çiriya Pêşîna 2023yan) şerê Hemas û Îsraîlê û pevçûnên Hemas û Îsraîlê guftûgo kirin.

Her du aliyan bangî welatên li herêmê kir ku ji bo parastina aştî û aramiyê hewl bidin.

Li hêla din, “piştgiriya ku Qeter ji bo têkoşîna bi terorê re dide Îraq û Herêma Kurdistanê” jî yek ji mijarên civînê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst