Sergey Lavrov: Li hember Rûsyayê şerê hybrid tê meşandin

Moskow (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov  bang li rojnamegeran kir û got: “Rojnameger jî wek dîplomatan qîmetê didin îtîbara xwe. Erkê rojnameger û dîplomatan ragihandina rastiyê ye.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîna bi nûnerên madyaya biyanî de ragihand ku dewletên rojavayî li hember Rûsyayî şerê hybrid – şerê wekaletê dikin. Û bi pirçekkirin û bi şandina rahênerên serbazî li Ukraynayê re jî êdî rasterast beşdarî şerê dijî Rûsyayê dikin. Lavrov daxwaz ji rojnemegeran kir ku rastiya objektîv ragihînin civakên xwe.

Roja 15 Sibatê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civînekî taybet de bi nûnerên madyayên biyanî, ku li Rûsyayê tomarkirî ne, hate cem hev. Nûnerê Rûdawê Kamîz Şedaddî jî di nav de, zêdetir ji 50 rojnameger ên ji medyayên biyanî beşdarî di civînê kirin.

Civîn, bi daxwaza Wezareta Derve, bê kamera, an ku di formata “off the record”, weke sohbeteke serbest birêve çû.

Di destpêka axaftina xwe de Sergey Lavrov da zanîn ku her rojnameger jî, mîna hemû diplomatan, qîmetê didin îtîbara xwe û loma jî divê di karê xwe de objektîv bin.  Bi gotina Lavrov “Erkê rojnameger û dîplomatan ragihandina rastiyê ye.”

Lavrov da zanîn ku welatên Ewropaya Kolektîv dijî Rûsyayê şerekî hybrid dimeşînin: “Ev şer di hemû waran de: ji aborî û darayî bigre ta kulturî û civakî bi tundî  roj bi roj kûrtir dibe.”

Bi gotina Sergey Lavrov, li welatên Rojavayî saziyên ragihandinê yên Rûsyayî têne astengkirin:  “Ajansên  me yên 'Rûsya Îro' û 'Sputnik' li  welatên Yekîtiya Ewrûpa hatine qedexekirin. Ya balkêş ew e ku lîderên YE, bi taybet Jozef Borell vê yekê weke 'parastina azadiya ramanê' binav dike.”

Sergey Lavrov tekez kir ku astengkirina medyayên Rûsî beşekî şerê hybridê ye, an ku şerê medyayê ye.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê da zanîn, ji bo ku nûnerên medyayên biyanî ji rewşa rastîn ya li Rûsyayê agahdar bin, me her sal ji bo wan bi dehan geştên taybet li herêmên cuda yên Rûsyayê rêk diixin.

Sergey Lavrov amaje bi gotareke rojnamegerê Amerîkî Seymour Hersh kir, ku  tê de îddîa tê kirin ku her du hêlên gaza siruştî yên Nord Stream ji aliya Amerîka ve hatine teqandin, û axaftina xwe wiha domand: “Çima medyayên rojavayî di vê mijarê de lêkolînan nakin? Amerîka çima bê denge? Jixwe berê Biden û Nuland ragihandibûn ku  Nord Stream-2 dê ser nakeve. Gelo ev yek ne delîleke rasterast e ku teqanndina Nord Stream di berjewendiya Amerîka de ye?”

Sergey Lavrov di vê mijarê de rexne li Neteweyên Yekbûyî jî girt û wiha axivî: “Dema ku Rûsya, wek xwediyê hêlên Nord Stream, serî li Neteweyên Yekbûyî da ku lêpirsîn li ser vê sabotajê bû destpêkirin,  sekreterya ew rêxistina navneteweyî ragihand ku  selhiyeta me nîne em bi serlêdana welatekî  destbi lêpirsînê bikin.  Lê bi serlêdana welatekî, dikarin li hember Rûsyayê lêpirsin li ser bûyerên li bajarê Bûçayê  bidin destpêkirin. Ev yek diyar dike ku tu rewatiya Ny êdî nemaye.”

Wezîrê Derve  yê Rûsyayê bi giranî axaftina xwe li ser sedemên derketina şerê li Ûkrayanyê û helwêsta welatên Rojavayî domand. Lavrov got:  “NATO û dewletên Ewrûpaya Kolektîv  ji sala 2014 ve amadekariya şerê li Ûkraynayê kirine, an ku 5 sal beriya destpûbûna operasyona serbazî ya Rûsyayê li Ûkraynayê. Ji xwe lîderên berê yên Fransa,  Almanya û YE mikûr li xwe hatin ku   Rêkeftina Mînskê  tenê ji bo dirêjkirina demê hatibû îmzekirin, da ku Ûkrayna bikaribe xwe ji bo şer amade bike. Wan rasterast Ûkraynayê teşwîqî şer kirin.“Di gel vê yekê, Lavrov amaje pê kir ku Ewropa metirsiya nazîzmê ku li Ûkraynayê serî hildaye, tênagihe, û axaftina xwe weha  domand: “Gelo pêkan e ku li Îrlandayê zimanê Îngîlîzî, an ku li Belçîkayê zimanê Fransî û li Swîsreyê zimanê Îtalî bê qedexekirin? Li Ewrûpayê ev yek dê bê pesendkirin? Lê li Ûkraynayê, ku beşekî mezin ya welatiyên wê rûsîziman in, zimanê Rûsî, berhemên klasîkên Rûsî di asta Destûrê de tê qedexekirin.  Û Ewrûpa naxwaze vê rastiyê bibîne. An ku  ji bo tunekirina her tiştê ya Rûsî, êrîşeke gelemperî ya mîna Napoleon, mîna Hîtler li dijî  Rûsyayê li ber çava ye.”

Wezîrê Derve  yê Rûsyayê tekez kir ku Ukrayna êdî serweriya xwe ji dest daye û Kiyev tenê bi rênumaya Ewropaya Koletkîv tev digere.

Lavrov tekez kir ku, ji xwe proseya gotûbêjan di navbeyna Rûsya û Ukraynayê de jî bi destwerdana Rojava ve têk çû: “Par di hevdîtinên Stembolê de Kiyev çend merc pêş xistibûn û amade bû ku hin binbariyan jî hilgire ser xwe. Zelenskiy amade bu garantî bide ku Ukrayna dê nabe endamê NATOyê û ti blokekî din ê siyasî  û serbazî. Zelenskiy daxwaza garantiya yekpariya Ukraynayê  dikir. Heta amade bû ku ev garantî li ser Kirim û Donbasê neyê sepandin jî. Herçend, Zelenskiy  mercekî jî danî bu ku mijarên Kirim û Donbasê di demên pêş de were gotûbêjkirin. Tevî van mercan, me bo hemû mercên Zelenskiy re got “erê!” Lê paşê bi destwerdana Rojavaya Kolektîv Kiyev xwe ji gotubêjan kişand.”

Tevî ku naverokê hevdîtina Sergey Lavrov li gel rojnamegerên biyanî weke gotûbêjkirina hemû mijarên aktuel ên navneteweyî hatibû ragiahndin jî, bi tenê bi rewşa peywendiyên Rûsya û welatên rojavayî sînordar ma. Lavrov rewşa li Rojhilata Navîn ne anî rojevê.

Hevdîtina Wezîrê Derve  yê Rûsyayê Sergey Lavrov li gel nûnerên medyayên biyanî zêdetir ji du demjimêran dom kir.