Çalakvan daxwaza vegerandina jin û zarokên DAIŞê dikin

16-02-2022
RÛDAW
Çalakvan daxwaza vegerandina jin û zarokên DAIŞê dikin
Çalakvan daxwaza vegerandina jin û zarokên DAIŞê dikin
Nîşan Jin û Zarok DAIŞ Rojavayê Kurdistanê Vegerandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çalakvan û rêxistinên sivîl li Parîsê ji hikûmeta Fransayê daxwaza vegerandina jin û zarokên DAIŞê yên li Rojavayê Kurdistanê dikin.

Beşek ji rêxistinên sivîl û çalakvan, haydariyê derbarê metirsiyên li ser jiyana jin û zarokên DAIŞê didin, ku aniha li kampên li jêr destê Rêveberiya Xweser in, li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê.

Serokê Şanaz ê Komela Mafên Mirovan Françoise Dumont dibêje "Bi nerîna min em dikarin bibêjin, her rojek ji bo me gelekî girîng e, ji ber ku gelek zarok û jin hene, ku di metirsiya mirinê de ne, li wan kampan û beşek ji wan mirine. Zarok mirine û jin jî mirine. Berfanbara bûrî, jinek bi sedema ku girîngî pê nedan mir û keçeke biçûk li kampê bicih hişt, ku hêj nehatiye vegerandin."

Ji sala 2019yan ve, çalakvan û bergirîkarên mafên mirovan ên Fransî, kar li ser vegerandina nêzîkî 80 jinên Fransî û bêhtir ji 200 zarokan dikin, ku yan bav yan dêya wan yan herduyan pêwendî bi DAIŞê re kiriye û beşek ji wan, ji sala 2017yan ve, li nav kampan in. Ji wan 200 zarokan, nêzîkî 70yî temenên wan li jêr 5 salî ne.

Serokê Komeleya Mafên Mirovan Henri Leclerc got "Ew redkirina hişk a hikûmeta Fransa ye, li dijî wan zarokan dike, ku ti tawaneke wan nîne. Ew redkirin wan zarokan jî li xwe digire, ku li kampên wê derê jidayik bûne. Ew nû jidayik bûn û biçûk in, li wê derê dimirin. Hêvîdar im nerîna giştî ewqasî bihêz be û guşarê li ser hikûmetê bike."

Fransa bi dudilî serederiyê ligel wê dosyeyê dike û tirsa wê heye ku zarok bibin bombeyek bi Fransayê de biteqe. Lewma heta niha Fransa nêzîkî 35 zarokên kêmtir ji 18 salî vegerandine û piraniya wan dê û bavên wan hatine kuştin.

Parêzer Marie Dosé ragihand "Bêhtir û bêhtir Fransa xwe perawêz dike. Ew nikare berweriyê bi bîrokeya vegerandina wan dayik û zarokan bîne. Ew rêzê li rêkeftinên navdewletî nagire, ku wê li ser wan îmze kiriye. Berjewendiya zarokan berî her tiştî ye. Zarok jî bi bê dayik nayên vegerandin."

Bêhtir ji 12 hezar jin û zarok ji 50 welatên cîhanê li kampên li jêr destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê hene, piraniya wan li herdu kampên Hol û Roj in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst