Parlamenterê Alman ê dostê kurdan ‘Siggî Barzanî’ koça dawî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê Partiya Keskan a Almanyayê ku li Herêma Kurdistanê bi navê “Siggi Barzanî” dihat naskirin Siegfried Marsch koça dawî kir.

Hevjîna Siegfried Marsch, Christina Martsch ji Rûdawê re got, hevjînê wê duh piştî nîvro li mala xwe ya li Barkenê koça dawî kir.

Christina Martsch diyar kir ku Siggi demeke dirêj bû pirsgirêkên tenduristiyê hebûn, lê ew li ser hişê xwe bû û li Meclîsa Eyaletê karê xwe berdewam dikir.

Biryar e Siegfried Marsch wê li Barkenê bê veşartin.

Siegfried Marsch di 17ê Îlona 1953an de li Bochumê ji dayik bû.

Marsch ji 16 saliya xwe bi siyasetê re eleqedar bû, di nav damezrînerên Partiya Keskan a li eyaleta Nordrhein-Westfalen de bû. Di sala 1989an de bû berpirsç Partiya Keskan li Nordrhein-Westfalen.

Di navbera salên 1990-2000an de li Meclîsa Nordrhein-Westfalen parlementer bû.

Piştî Raperînê (Serhildana Mezin) ya Başûrê Kurdistanê di sala 1991an de, piştevaniya gelê Kurd kir û di nava hevgirtinê de bû. Gelek caran serdana Herêma Kurdistanê dikir. Wî gelek projeyên alîkariyê, di nav wan de projeya avakirina Kurdistanê, ku ji aliyê CARITAS Swîsra ve tê fînansekirin, birêve bir. Di hilbijartinên yekem ên Parlamentoya Kurdistanê de alîkariya teknîkî kir.

Di navbera salên 2004-2014an de li Hewlêra paytext bi cih bû û serokatiya Navenda Çanda Almanyayê ya ku wî damezrandibû, kir. Wî hewl da ku şirketên bazirganiyê yên herêmî teşwîq bike ku piştgiriya têkiliyên bazirganî yên Alman-Kurd bikin.

Ji ber nêzîkbûna xwe ya bi Kurdan û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re bi navê “Siggi Barzanî” jî dihat naskirin.

Martsch zewicî bû û sê kurên wî hebûn.