Îro li Sochi civînek derbarê krîza Sûriyê birêve diçe

Hewlêr (Rûdaw) - Rojên Sêşem û Çarşemê, 16 û 17yê vê mehê, gera 15emîn Lutkeya Astanayê li bajarê Sochi ya Rûsyayê birêve diçe.

Pêvajoya Danûstandinên Astanayê Derbarê Rewşa Sûriyê ya Astanayê di 23ê Çileya 2017an de destpê kir.

Di her 14 gerên borî de, bêhtir gotûbêj li ser dosyeyên berdana girtiyan û mijara aramiya Navçeyên Kêmkirina Şer bûn. Herwiha mijara çareya siyasî ji bo Sûriyê hate gotûbêjkirin.

Di wê çarçoveyê de jî rêkeftineke sêalî di navbera hersê dewletên garantor, Rûsya, Tirkiye û Îranê de pêk hat, bi mebesta çavdêriya agirbestê li Sûriyê.

Gera 14mîn ji wê lutkeyê, 10ê Berfanbara 2019an li Nûr Sultan, paytexta Kazaxistanê birêve çû.

Tê pêşbînîkirin ku di civînên wê gerê de, pêşhateyên rewşa ewlehî, siyasî û mirovî yên Sûriyê, careke din bêne gotûbêjkirin.

Derbarê vê yekê, nûnerê ENKSê li nav Îtîlafa Opozisyonê, Ebdella Gedo ji Rûdawê re ragihand, ku Pêvajoya Astanayê, ji encama bisernektetina hevdîtinên navdewletî yên derbarê Sûriyê bû.

Di vê gerê de, şandên hersê dewletên garantor, Rûsya, Tirkiye û Îranê beşdar dibin.

Çend welatên din jî weke çavdêr hatine vexwendin, di nav wan de Iraq, ku Wezareta Derve ya Iraqê, di daxuyaniyekê de ragihandiye, wê bi fermî vexwendinameyek ji Rûsyayê wergirtiye ji bo ku Iraq weke çavdêr, beşdariyê di gera 15em de, ji danûstandinên Astanayê bike.”

Nûnerê ENKSê Ebdella Gedo dibîne ku hêj hinek hêviya wan û opozsiyonê di Pêvajoya Astanyê de heye.

Ev ger di demekê de tê birêvebierinin, ku rewşa meydanî, siyasî, leşkerî, ewlehî, aborî û mirovî li Sûriyê bi giştî û li Navçeyên Kêmkirina Şer bi taybetî aloztir bûye û her aliyekî pêwendîdar aliyê li hemberî xwe bi binpêkirina Rêkeftina Astanayê, tometbar dike.

Piştî van geran ji Pêvajoya Astanayê, hêj rewşa Sûriyê weke xwe ye û ti pêşketineke erênî di hemû waran de nehatiye dîtin. Di demekê de ku gelê wî welatî çaverê ne, dawî bi wê rewşê bê û jiyaneke xweş û aram bijîn.