Mesrûr Barzanî: Me daxwaz kir mafên Kurdan li Sûriyê li ber çav bên girtin

16-02-2020
RÛDAW
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje, "Di her çareseriyekê de pêwîst e mafên gelê Kurd li Sûriyê li ber çav bên girtin."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje, "Di her çareseriyekê de pêwîst e mafên gelê Kurd li Sûriyê li ber çav bên girtin."
Nîşan Mesrûr Barzanî Konferansa Asayişê ya Munchenê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Kurd Sûriye Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand ku di civînên li gel berpirsên welatan de li Munchenê, wan daxwaz kiriye mafên gelê Kurd li Sûriyê bên parastin.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Munchenê derbarê dîdar û kombûnên li gel serkirdeyên welatan de ji rojnamevanan re axivî.

Mesrûr Barzanî di wê axaftina xwe de amaje bi civînên li gel serkirdeyên welatan kir ku yek ji wan Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê bû û li ser pirsa peyamnêra Rûdawê ragihand ku wan di wê civînê de behs li ser hevkarî û piştiriya li gel Herêma Kurdistanê kir taybet jî di kerta enerjiyê de û tekez kir, “Wan jî gelek pê xweş bû ku girîngiyê bi peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê bidin di kerta enerjiyê de.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got ku di rojên pêş de ew dê behsên zêdetir bikin li ser vê mijarê û ragihand, “Amerîka dixwaze alîkariya kerta enerjiya Herêma Kurdistanê bike.”

Mesrûr Barzanî derbarê civînên li gel wezîrên derve û berevaniyê yên Amerîkayê de jî diyar kir ku  Amerîkayê peywendiyeke taybet li gel Iraqê heye û got, “Taybetmendiya Kurdistanê her tim ji aliyê  wan welatên dost û hevpeymanên Herêma Kurdistanê ve li ber çav hatiye girtin. Îsal jî bi heman şêweyî girîngiyeke mezin bi Herêma Kurdistanê didin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir ku welatên cîhanê rola Herêma Kurdistanê li navçeyê girîng dibînin û got, “Welatên cîhanê dostayetî û piştîvaniya xwe bo Herêma Kurdistanê tekez kirin.”

Derbarê xebatên pêkanîna hikûmeta nû li Iraqê jî Mesrûr Barzanî got, “Pêwîst e di pêkanîna hikûmeta Iraqê de taybetmendiya Herêma Kurdistanê li ber çav bê girtin.”

Mesrûr Barzanî li ser pirsa peyamnêra Rûdawê, derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê jî got, “Me daxwaz kir ku mafên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê li ber çav bên girtin û di her pêşhateke bo çareseriya pirsgirêkan de li Sûriyê mafên Kurdan li ber çav bigirin.”

Herwiha li ser metirsiya serîlhildana DAIŞê ji nû ve li navçeyê, Mesrûr Barzanî got ku DAIŞ mijûl e ku xwebirêxistin bike û got, “DAIŞ metirsiyek cidî ye û kar bo xwerêkxistinê dike. Pêwîstî bi alîkariya hemû aliyan taybetî jî Amerîka û hêzên hevpeyman heye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst