Di leyîstika Judo de tiliya Putin birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtin ku kêfa wî ji leyîstika judo re tê, careke din cilên taybet bi wê leyîstikê li xwe kirin û ligel pêlewanekî Rûsî ket kêbirkeyê.

 

Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtin ê temen 66 salî li bajarê Soçî yê ser Derya Reş ku wek yek ji havîngehên Rûsyayê tê dîtin, leyîstika Judo ligel qehremanê Judo Beslan Mudranov kir ku di Olompiyatên Judo yên 2016ê de madalya zêrîn bidest xistibû.


Di dema leyîstikê de, tiliya Putin birîndar bû û neçar bûn leyîstikê rawestînin bo wergirtina çareseriya pêwîst.


Piştî Lûtkeya Soçiyê leyîstik hat kirin ku Putin ligel Serokkomarê Tirkiyê Erdogan û Serokê Îranê Ruhanî civiya.