Rûdaw dîmen û zanyariyên taybet derbarê Kampa Xermanlî de belav dike

16-02-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Bulgaristan (Rûdaw) - Li kampa Xermanlî li başûrê Bulgaristanê, derdora 3000 koçber di rewşeke pir xirab de dijîn.


Di nava kampa Xermanlî de, hejmareke mezin koçberê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hene.


Koçberekî ji Rojavayê Kurdistanê, ji nav kampa Xermanlî behsa rewşa koçberan li nav kampê kir. Rûdaw parçevîdyo û wênayên taybet ji nav kampê belav dike.


Li Kampa Xermanlî ya koçberan li başûrê Bulgaristanê derdora 3 hezar koçber di rewşeke gelek zehmet û dijwar de, rojên xwe di nav tirs û bêhîvîtiyê de doborînin.


Koçberekî ji Rojavayê Kurdistanê ku di vê kampê de dimîne, ji Rûdarê re behsa rewşa xirab a koçberan kir.


Hikûmeta Bulgaristanê koçber neçar kirine ku tilîmora xwe li cem polîs bavêjin, da ku Bulgaristan alîkariyan ji Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî werbigre, bêyî ku ew moçeyan ji koçberan re terxan bike.


Ji nava kampa Xermanlî dîmenîn taybet ji bo Rûdawê hatine kişandin û şandin. Li gorî dîmenan, rewşa nav kampê pir xirab e û hîç xizmetguzariyên pêwîst ji bo koçberan, mîna amûrên germkirinê û xizmetguzariyên tenduriastî tune ne.


Koçber gilî û gazinan ji kêmbûn û xirabûna xwarinê dikin. Nanê kevn û kufikî li ser koçberên kampê tê belavkirin.


Herwiha xwarina kêm ya ku tê dabeşkirin ne paqij û tenduriste weke vê tepsika xwarinê, ku wêneyê wê ji kampê ji bo Rûdawê hatiye şandin û di nav de parçeyek hesin heye. Li gorî koçberan, bi sedema vê xwarina xirab, gelek haletinê jehriyê di nav koçberan de derdikevin.


Koçberê ji Rojavayê Kurdistanê da zanîn ku xizmetguzariyên tenduristî pirr xirab in, û eger haleteke nexweşiyê hebe, piştî hefteyekê û hin caran du hefteyan dor dighêje nexweş, lewra dibe ku nexweş bimire jî berî ku dora wî ya dermankirinê were.


Yek ji pirsgirêkên din ên herî mezin ew e dema ku beşek ji malbatê mafê penaberiyê werdigre û beşek bêpar dimîne, ew beşê bê mafê penaberiyê dimîne ji nav kampê tê derkirin û li cadeye bêcih û mihwar dimîne.


Rêveberiya kampê axaftina ji bo medya û ragihandinê li koçberan qedexe kiriye û her koçberekî ku behsa vê rewşa xerab ji medyayê re bike, rastî sizayên tund dibe.


Kampa Xermanlî mezintirîn kampa koçberan li Bulgaristanê ye. Di nav koçberên wê de hejmareke mezin ji xelkê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê heye. Nişteciyên kampê wê weke zîndanekê wesif dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst