Parlamenterê AKPê li Almanyayê gef li endamên PKKê xwar

16-01-2023
RÛDAW
Nîşan Mustafa Açikgoz AKP PKK Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlemneterê AK Partiyê Mustafa Açikgoz di civîna  Komeleyeke Nijadperestên Tirk ya li Almanyayê de gef li endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û endamên Cemaeta Gulen yên li Almanyayê xwarin û got: “Çawa ku me li Tirkiyê mafê jiyanê neda wan, em li Almanyayê jî nadin wan. Bi kudera cîhanê ve birevin em, dê rêxistinên terorî yên PKKê û FETOyê (Cemaeta Gulen) xilas bikin.”Parlamentera Parlamentoya Almanyayê û siyesetmedara Alman Rebecca Harms jî banga destpêkirina lêkolîneke yasayî derbarê van axaftinên parlamenterê AKPê de kir.

Parlamenterê AKPê yê bajarê Nîgdeyê Mustafa Açikgoz roja 13ê Çileya 2023an li bajarê Neus yê Almanyayê beşdarî civîneke Konfederasyona Komeleyên Tirkên Nijdaperestên Demokratîk yên Almanyayê bû û li wir di axaftineke xwe de gef li endamên PKKê û Cimeta Gulen xwarin. Parlamenterê navborî dîmenên gefên xwe jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kirin.

Açikgoz di axaftina xwe de bi eşkere gef li wan endam û alîgirên PKKê û Cimeata Gulen xwarin ku li Almanyayê niştecih in û got: “Çawa ku me li Tirkiyê mafê jiyanê neda wan, em li Almanyayê jî nadin wan.”

Parlamenterê AK Partiyê Mustafa Açikgoz got: “Me li Tirkiyê cih beda wan (endamên PKK û Cimeta Gulen) û me xilas kirin, bi izna xwedê li kîjan devera cîhanê bin em dê wan ji wan qûlên ku xwe veşartine derxin û wan xilas bikin.”

Parlamenterê AKPê Mustafa Açikgoz wiha axivî “Çawa ku me li Tirkiyê mafê jiyanê neda wan em li Almanyayê jî nadin wan. Bi kudera cîhanê ve birevin em, dê rêxistinên terorî yên PKKê û FETOyê xilas bikin. Binêrin hevalno dîn û îmana van nîne. Ev herdû gelek metirsîdar in. Yek ji wan PKKya bê kitêb , bê xwedê ye û dijmina olê ye. Ya din jî rêxistina terorî ya Fetoyê ye ku hewil dide mislimantiyê bo Krîstiyaniyê biguhere. Tikaye hişyar bin. Ti derfetekê nedin van. Ew rêxistina xayîn a terorî Feto hewil dide mislimantiyê biguhere û bike Krîstiyanî. Em li Tirkiyê cih nadin van. Me ew xilas kirin. Bi izna xwedê li kudera cîhanê bin em dê wan ji qulên ku xwe veşartine derxin û xilas bikin. Tenê bila yekitiya me hebe.”

Ev gotinên Parlementerê AKPê li Almanyayê  û di nav beşek ji siyasetmedarên wî welatî de bû sedema karvedanan û beşek ji bikarînerên medya civakî ew bi pêkanîna tawana “nefret û kînê” hat tohmetbarkirin.

Li aliyê din Parlamentera Parlamentoya Almanyayê û siyesetmedara Alman Rebecca Harms axaftinên Mustafa Açikgoz bo postekê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kirin.

Rebecca Harms polîsên Almanyayê di posta xwe de etîket kir û banga destpêkirina lêkolîneke yasayî derbarê wî de kir.

Rebecca Harms li ser hesabê xwe yê Twitterê li ser wan axaftinên parlementerê AKPê dibêje: “Tomarkirina giliyê pêngaveke rast e. Ez hêvîdar im lêkolînek bê destpêkirin.”

Ev gefên parlamenterê AKPê di demekê de ne roja Înê 23ê Kanûna 2022an welatiyekî Fransî yê 69 salî bi navê Wiliam M. li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li herêma 10an a Parîsê êrîşeke çekdarî pêk anî. Di êrîşê de 3 Kurdan canê xwe ji dest dan, 3 kesên din jî birîndar bûn. Ev bûyer di nav diasporaya Kurdên Fransayê û Ewropayê de bibû sedema karvedanan û beşek ji wan guman ji wê yekê dikin ku destê Îstixbareta Tirkiyê di wê êrîşê de hebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst