VIDEO - Zarokê ku bi çek digeriya tirsê xist nav cîranan

16-01-2023
RÛDAW
Zarokê ku bi çek digeriya tirsê xist nav cîranan
Zarokê ku bi çek digeriya tirsê xist nav cîranan
Nîşan Amerîka Zarok Çek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li wîlayeta Indiana ya Amerîkayê dema zarokek bi çekê di apartmanê de digere, cîran dikevin panîkê û li polîsan digerin. Polîsan dît ku çek vala ye û bavê zarokê desteser kirin.

Bûyer li herêma Beech Grove ya li derveyî Indianapolisê qewimî.

Li gorî videoya ku ji aliyê On Patrol Live ve hat parvekirin, tê dîtin zarokê biçûk li korîdora apartmanê demançe di dest de dimeşe û pê dileyîze û berê demnaçeyê dide xwe û pêlî tetikî jî dike ku ev yek jî tirseke mezin dixe nav dilê cîranan.

Di dawiya hefteyê cîranên ku di destê pitkê de demançe dibînin agahiya polîsan pê dixin. Rayedar hatin li apartmana ku ew bi bavê xwe re dijiya lêgerînê kirin.

Her çend bav îdiayên ku di malê de çek hene red kir jî polîsan di pişta çavika dolabê de çeka Smith û Wesson dîtin.

Bavê zarokê da zanîn ku di demançeyê de gule tune ye, û piştre hat desteserkirin.

Rayedaran gotin ku dibe ku bav bi îhmalkirina zarokan were sûcdarkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst