Parlamentereke jin a Efxan di êrîşeke çekdarî de hat kuştin

16-01-2023
RÛDAW
Nîşan Efxanistan Mursel Nebîzade Parlamenter Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mursel Nebîzade, yek ji parlamenterên jin ên ku di sala 2021an de beriya Talîbanê desthilatê bidest bixe, wezîfedar bû, di mala xwe de ji aliyê çekdarekî nenas ve hat kuştin.

Di êrîşê de bi Nebîzade ya 32 salî re pasevanê wê jî jiyana xwe ji dest da. Li gorî BBC, di êrîşê de birayê wê û pasewanekî wê yê din birîndar bûne.

Parlamentera berê ya hat kuştin di nav çend siyasetmedarên jin de bû ku piştî hatina Talîbanê welat ne terikandin.

Heya niha sedema êrîşê nayê zanîn. Berdevkê Polîsê Kabulê Xalid Zadran ragihand ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Nebîzade di sala 2018an de ji Kabulê wek parlamenter hat hilbijartin û heta desthilatdariya Talîbanê parlamenteriya berdewam kiribû.

Kuştina Nebîzade ku endamê lijneya berevaniyê li parlamentoyê bû, hevalên wê yên berê jî xemgîn kir. Hat bibîrxistin ku Nebîzade piştî Talîbanê nexwest derkeve derveyî welat.

Parlementera berê Meryem Suleymanxîl got “Ew pêşengek rastîn bû. Ew jinek bi hêz bû ku ji bo tiştê ku jê bawer dikir dengê xwe bilind dikir.”

Endama Parlamentoya Ewropayê Hannah Neumann li ser kuştina Nebîzade got “Xemgîn im, bi hêrs im û ez dixwazim hemû cîhan bizanibe di be ku ew di tarîtiyê de hatibe kuştin lê Talibanê pergala cudakariya zayendî bi aşkere damezirand.”

Di Tebaxa 2021’an de bi desthilatdariya Talîbanê re, mafên bingehîn ên jinan bi giranî ji destên wan hatin stendin.

Jin ji hemû astên perwerdehiyê hatine dûrxistin, hêza wan a ku di siyasetê de temsîl bike nîne. Jinên di meqamên bilind de bi giranî piştî Talîbanê welat terikandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst