Wagner: Ew hêza bo Rûsyayê şer dike

16-01-2023
RÛDAW
Nîşan Rûsya Wagner UUkrayna Soledar Baxmut
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên grûpa Wagner a Rûsyayê diçin nav bajarokê Soledar ê li rojhilatê Ukrayanyê û ala xwe bilind dikin. Bajarê Soledar  roja 12ê vê mehê ji aliyê hêzên Rûsyayê ve hatiye kontrolkirin.

Çekdarekekî Wagnerê behsa sûdên keresteyên di destê serbazên Ukraynayê dike ku ketine di destê wan de.

Çekdareke Wagner dibêje, “Ev li Ukrayna hatiye çêkirin, wek ewên ku li Sûriyê heyîn deskarî kirine. Emê li vir Bîkîsîyekê bi cî bikin û dema ajûtinê de jî em pê teqe dikin.”

Bi girtina Soledarê, Rûsya dikare bajarê Baxmutê dûrpêç bike.

Koçka Sipî dibêje, Wagner dixwaze Baxmut bigre bo bikare kanên Xwê û Gêçê kontrol bike ku ji bo bazirganiyê pişta xwe pêve girê didin.

Grupa Wagner di sala 2014ê de hatiye avakirin û alîkariya Rûsya kir bo kontrolkirina nîvgirava Krimya.

Koçka Spî di dawiya sala 2022ê de ragihand, Vê grupê 50 hezar çekdarên xwe li Ukraynayê hene. Amerîka dibêje têçûya şerkirina vê grupê ya mehane 100 milyon dolar e.

Li gorî Brîtanyayê jî %10ê artêşa Rûsya pêk tîne.

Yevgeny Prigozhin, Kesek nêzîkî serokê Rûsyayê ye û di nav Ukraynayê de serokatiya vê grupê dike.

Serokê Grupa Wagner, Yevgeny Prigozhin dibêje, “Ev çend sale ev grup şer dike. Ew niha şarezatirîn artêşa cîhanê ne. Firoke û firokevanên wan yên jêhatî hene ku ji mirinê natirs in. Ti hêzek tuneye ku li beramberî wan li ber xwe bide.”

Ev grup di êrîşên xwe de pişta xwe bi firoke, topavêj, tank û zirêpûşan ve girê dide.

Rawêjkar li Wezareta Derve ya Amerîkayê Derek Chollet roja 12ê Çileya 2023 li Belgrad a paytexta Sirbistanê ragihand: “Em dibînin ev grup li seranserî cîhanê karên xirap encam dide, çi li Lîbya yan Komara Efrîqa Navîn yan jî wek wê ya ku niha li Ukryana dike. Ev grup niha li Serbia û cihên din çekdaran dadimezrîne.”

Ev grûp, wek kompanyayekê kar dike û navenda xwe ya sereke li bajarê Saint Petersburg a Rûsya yê ye.

Çavkaniyên rojavayî behsa wê yekê dikin ku dahata vê grûpê li ser derxistina kanzayên giranbiha li welatên tê de kar dikin, dabînkirina pasevanan bo kes û komeleyên cuda û şer kirina bo hikûmeta welatan e.          

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst