Penaberekî Rojava li ser belgeyên xwe bi Kurdî da nivîsandin

17-01-2022
RÛDAW
Nîşan Penaberê Rojava Kurdî Girkê Legê Awusturya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piraniya gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve hatibûn Erebîkirin. Penaberekî ji Rojavayê Kurdistanê di nasnama xwe de navê bajarê bi Kurdî dide nivîsandin.

Piraniya gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve hatibûn Erebîkirin. Wek mînak tevî ku Erebek jî li wir tune ye Kobanî kiribû Eyn El Ereb, Dêrik kiribû Malikiye û Girkê Legê jî kiribû Meebed.

Dema ku kesek ji Rojavayê Kurdistanê li Ewropayê serî li mafê penaberiyê dide, di dokumetên wî de navê bajarê wî yê Erebî tê nivîsandin.

Lê penaberê Kurd ê ji Girkê Legê ya Rojavayê Kurdistanê, ku li Awusturyayê dimîne rê neda ku li nasnameya wî Meebedê were nivîsandin û bi Kurdî Girkê Legê dide nivîsandin.

Hesen Delî ku ji sala 2015an ve ligel malbata xwe li Awusturyayê dijî, îsal bû hemwelatiyê Awusturyayê, û di nasnama xwe ya wî welatî de cihê jidayikbûna xwe red dike ku şaredariya Vienayê Meabedê binivîsîne û wek Girkê Legê dide nivîsandin.

Hesen Delî ji Rûdawê re ragihand, ku wî di hemû dokumentên xwe de Girkê Legê nivîsandiye û wî gelek hewl daye heta ku berpirsên şaredariyê razî bike ku li ser nasnameya wî bi Kurdî binvîsin.

Herwiha Delî diyarkir ku niha li ser pasport, ehliyet, nifûs û hemû belgeyên wî cihê jidayîkbûna wî bi Kurdî `Girkê Legê` hatiye nivîsandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst