Di navbera Sirbistan û Kosovo de aloziya referandumê

16-01-2022
Mihemed Ibrahîm
Wêne: AP
Wêne: AP
Nîşan Sirbistan Kosovo Referandûm Alozî Albin Kurti
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sirbistan ji bo bihêzkirina sîstema dadwerî li wî welatî referandûmekê dike, daku derfeta wê ji bo tevlîbûna Yekîtiya Ewropayê zêdetir bibe. Bê guman astengî jî li ber vê referandûmê hene, Sirbistan dixwaze navenda dengdanê bo kemîneyan li Kosovoyê jî veke, lê parlemantoya Kosovo rojek berî referandûmê bi tevahiya dengan vekirina navenda dengdanê wek binpêkirina serwerî û destûra wî welatî binav kir.

Berî niha Kosovo beşek ji Sirbistan bû, di sala 1998an de, piştî şerekî bixwîn û canjidestdana nêzîka 13 hezar kesan, ji wî welatî veqetiya û di 2008an de serxwebûna xwe ragihand, lê Sirbistan itirafê bi serxwebûna Kosovoyê nake.

Serokwezîrê Kosovoyê Albin Kurti dibêje "Parlemantoya Kosovo nûnertiya welatiyên Kosovoyê dike û helwesteke wê ya hevbeş heye ku vekirina navenda dengdanê taybet bi Komara Sirbistan li Komara Kosovoyê wek binpêkirina serwerî û destûra Kosovoyê dibîne, herwiha dijî destûr û yasayên Kosovo û prensîpên navdewletî ye."

Sirbistan welatekî xudan bandor e li Kosovoyê, bi taybet li navçeyên ku xelkên Sirbî lê dijîn, lê bi fermî ti desthilata wê li ser axa Kosovoyê nîne. Lewra Kosovo tenê dê bihêle xelkên Sirbistanê li wir wek kesên biyanî û bi rêya e-mail an li ofîsa nûneratiya Sirbistanê li Kosovoyê dengê xwe bidin.

Herwiha Albin Kurti got jî "Derbarê vê mijarê de, em welatiyên Kosovo yên xwediyê herdu nasnameyan piştrast dikin ku ew dikarin bi rêya postê yan ofîsa fermî ya Sirbistanê li Priştina dengê xwe bidin. Parlemanto tekez dike ku vekirina navendên dengdanê yên Sirbistanê li nava axa Komara Kosovoyê, herwiha destwerdana grûpên ne yasayî û pêkhateyên nav wan rêxistinan, dibe binpêkirina destûr û yasayên Kosovo û herwiha yasayên Navdewletî."

Yekîtiya Ewropayê ji aliyê xwe ve navbênkariyê dike û herwiha hişyariyê dide eger Kosovo û Sirbistan nakokiyên di navbera xwe de bi rêya danûstandinê çareser nekin, wê demê derfeta tevlîbûna wan bo Yekîtiya Ewropayê kêm dibe, lê ji dema Kosovo serxwebûna xwe ragihandiye, qet peywendiyên herdû welatên cîran baş nebûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst