Talibanê derbarê xwendekarên keç de biryareke nû da

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku di meha Tebaxa sala borî de Talibanê desthilata Efxanistanê xist destê xwe, her ji destpêka sala xwendinê ve destûr da keçên qonaxa seretayî daku bixwînin, lê biryarê keçên qonaxa amadeyî li xwe negirt.

Berdevkê Talibanê Zebîhulla Mucahîd ku hevdem Cîgirê Wezîrê Rewşenbîrî û Ragihandina Talibanê ye dibêje, divê keç û kur ji hev bên cudakirin û bo vê yekê jî pêdivî bi cihên zêdetir heye. Herwiha dibêjê piştî serê sala nû ya Efxanî ku ji 21ê Adarê destpê dike, dibistanên amadeyî jî bo keçan vedikin.

Berdevkê Hikûmeta Talibanê Zebîhulla Mucahîd jî got: “Li hejmareke zêde ya parêzgehan polên amadeyî yên keçan hatine vekirin, lê li hinek cihan girtî ne. Sedem jî krîza aborî û nebûna cih e ku divê kar li ser wan cihan bikin ku qerebalix in. Em ne dijî xwendin û perwerdeyê ne. Wezaretên Xwendina Bilind û Perwerdê kar li ser çareserkirina pirsgirêk û berdestkirina jîngehekê bo xwendinê dikin.”

Ji 34 wilayetên Efxanistanê, niha li 10 wilayetan dibistanên navendî û amadeyî bo keç û jinan cuda hatine vekirin. Li Kabûla paytext, zanîngehên taybet û dibistanên amadeyî bê qutbûn li ser xwendinê berdewam bûne, lê kur û keç ji hev hatine cudakirin. Yek ji wan sedeman wek Taliban behs dike, ku wiha kiriye dibistan neyên vekirin, nebûna hevkariya mirovî ye ji aliyê civaka navdewletî ve.

Zebîhulla Mucahîd herwiha dibêje: “Pirsgirêka me ya destê kar nîne. Pêdiviya me bi hevahengiya aborî heye bo xelkê Afxanîstanê. Pêwîstiya me bi hevahangiya bazirganî heye û divê peywendiyên dîplomatîk ên baş ligel welatên din deynin. Herwiha pêdiviya me bi hevkariya mirovî heye, ji ber xelkê Afxanîstanê hejar in û divê alîkariya wan bê kirin.”

Neteweyên Yekbûyî derbarê rewşa mirovî ya li Efxanistanê de berdewam hişyariyê dide; niha 3 milyon kes ji ber şer, hejarî û hişkesaliyê li nav welatê xwe derbider bûne û zarokên wan ji xwendinê bêbeş bûne. Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, li Efxanistanê nêzîka 3.7 milyon xwendekarên jêr temenê 18 salî ji xwendinê bêpar bûne ku ji sedî 60ê wan jî keç in.