Li Almanyayê operasyonên li dijî Heyet Tahrir El Şam berdewam in

Hewlêr (Rûdaw) - Li Almanya operasyona li dijî Heyet Tahrir el Şam berdewam e. Kesekî bi navê Erman K. hatiye girtin.

Heftiya derbasbûyî jî 3 kesên ku yek ji wan Tirk bû bi tometa ku di ser Tirkiyê re pereyan ji “terorîstan” re dişînin hatibûn girtin.

Li gorî daxuyaniya Serdozgeriya Federal, operasyona li hemberî wê rêxistinê roja 7ê Çileya 2021an dest pê kiriye, herî dawî jî kesê bi navê Erman K. hatiye girtin û mala wî hatiye pişkinîn.

Dozgerî dibêje Erman K. bi tometa xwedîkirina terorê û piştgiriya rêkxistineke biyanî ya terorîst hatiye girtin. Erman K. pereyên ku ji welatên cuda yên Ewropî kom kirine, gihandine Tehrîr el Şam.

Herwiha dozgerî dibêje, ji ber vê jî guman hene ku pêwendiyên wî rasterast li gel Heyet Tahrir el Şam hebin. Vê kesî malperek ava kiriye û bi riya wê ji bo cîhadê pere kom kirine.

Hersê kesên ku beriya niha hatine girtin jî bi heman tometê têne tometbarkirin.