SERHILDAN - 26 girtî hatin serjêkirin

16-01-2017
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan  - Di şerê girtiyên girtîgeha Alcaçuza eyelata Rio Grande do Norte ya Brezîlyayê de 26 girtî hatin serjêkirin.

 

Li gorî agahiyan li girtîgeha Alcaçuza eyelata Rio Grande do Norte di navbera 2 komên mehkûman de şer derket. Hêzên ewlekariya Rio Grande do Norte piştî 14 seatan karîne herdu komên şerker ji hev veqetînin.

Sekreterê Ewlehiya Gelemperî yê Eyaletê Caio Bezerra ragihand ku ku di şerî de serê 26 girtiyan hatiye jêkirin


Caio Bezerra herwiha destnîşan kir ku ji 26 girtiyên hatine serjêkirin du jê hatine şewitandin.


Ji bo otopsiyê termên girtiyan şandin tiba edlî. Digel hemû lekolînan jî heta niha nasnameya ti girtiyekê nehatiye diyarkirin.


Hat zanîn ku di girtîgeha ku qepasiteya wê 620 kes e, hezar û 83 mehkûm diman.


Li Brezîlyayê di îsyanên ji destpêka salê ve li girtîgehan de derketine heta niha nêzîkî 100 kesî canê xwe ji dest dane.


Hikûmeta Brezîlyayê ji bo ewlekirina aloziyên li girtîgehên eyaletên bakurê wî welatî yekîneyên artêşê seferber kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst