Danîmarka hêz dişîne Kurdistanê

 

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Danîmarka ragihand, dê komek pisporên xwe yên leşkerî bişînin Başûrê Kurdistanê û çend balafirên din ên şer jî bişînin Rojhilata Navîn ji bo şerê DAIŞê.

Danîmarkayê planek nû ji bo şerê DAIŞê eşkere kir. Li gorî wê planê, Danîmarka dixwaze derdora 50 pisporên xwe yên leşkerî bişîne Başûrê Kurdistan û Iraqê, her wiha hinek balafirên din ên şer jî bişîne Rojhilata Navîn ji bo şerê DAIŞê. Lê divê ev plan ji aliyê parlamentoya wî welatî ve were pesendkirin.

Wezîrê Berevaniya Danîmarka jî li ser vê yekê got, em hêvîdar in bikarin di sala 2016ê de bi awayekî aktîftir, li Sûriye û Iraqê tevlî êrişên asmanî yên li dijî DAIŞê bibin.

Danîmarka, par payîzê tevlî hevpeymaniya navdewletî ya dij DAIŞê bû. Heta niha 90 pisporên xwe yên leşkerî û 7 balafirên şer şandiye Kuwêytê. Balafirên şer ên Danîmarka heta niha 574 caran li Iraq û Başûrê Kurdistanê, êrişî DAIŞê kirine.