‘Yunanistan di bersiva dengoya miameleya xirab a li hemberî koçberan de bi ser neket’

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina Humane Rights Watchê diyar kir ku Yunanistan di bersiva dengoya miameleya xirab a li dijî koçberan de bi ser neket.

Li nêzîkî Bendera Kalamatayê ya başûrê Yunanistanê 750 koçber di keştiyeke niqumbûyî de hatine rizgarkirin.

Wê demê berpirsên Yunanistanê bi xemsariya di rizgarkirina wan koçberan de hatin tohmetbarkirin lewma Yunanistanê dest bi lêkolîna sedema binavbûna wê keştiyê kir.

Endamê Komîteya Koçberan a Parlamentoya Yunanistanê Pavlos Marinakis got:

“Tiştê ku niha girîng e alîkariya rizgarkiriyan e û lêgerîna windayan e, em dest bi lêkolîna sedema binavbûna keştiyê dikin.”

Piştî 6 mehan ji lêkolînê niha Yunanistan dibêje, 750 koçber di nav keştiya kevn de bûn ku ji bo 100 kesan hatiye çêkirin, ev jî sedema sereke ya binavbûna wê bûye.

Ev gotina Yunanistanê ji bo rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan zêde ne cihê baweriyê ye.

“Tedbîrên ku Yekîtiya Ewropayê ji bo alîkariya koçberan werdigire şaş in”

Rêxistina Humane Rights Watch Judith Sutherland anî ziman:

“Me û rêxistinên din belge û şahidên bawerpêkirî kom kirine ku îsbat dikin wê rojê keştiyeke nobedarên Yunanistanê hewl daye wê keştiyê bi werîsekî bikişînin ku ev bû sedema têkçûna hevsengiya keştiyê û binavbûna wê.

Ew tedbîrên ku Yekîtiya Ewropayê û di nav de jî Yunanistanê ji bo alîkariya koçberan werdigirin şaş in û sedemeke ji bo derd û êşên zêdetir e.”

Di nav wê keştiyê de 750 koçber hebûn, piraniya wan Sûriyeyî bûn û hinek ji wan jî Misirî û Pakistanî bûn.

104 ji wan hatin rizgarkirin, 82 cenaze hatine derxistin û heta niha 564 koçber jî winda ne.