Şêwirmendê Wezareta Derve ya Amerîkayê: Em ji bo ku ew daxwazên xwe pêk bînin piştgiriya gelê Kurd dikin

15-12-2022
RÛDAW
Şêwirmendê Wezareta Derve ya Amerîkayê: Em ji bo ku daxwazên xwe pêk bînin piştgiriya gelê Kurd dikin
Şêwirmendê Wezareta Derve ya Amerîkayê: Em ji bo ku daxwazên xwe pêk bînin piştgiriya gelê Kurd dikin
Nîşan Amerîka Herêma Kurdistanê
A+ A-

Nashville (Rûdaw) – Şêwirmendê Wezareta Derve ya Amerîkayê bo karûbarên Iraqê Greg Sullivan ji Rûdawê re li ser destexwişkiya bajarên Nashville û Hewlêrê ji Rûdawê re ragihand ku ew ji hebûna civaka Kurd li Nashville kêfxweş in û ew dixwazin pêwendiyên wan baştir bibin.

Sullivan ji Rûdawê re diyar kir ku ji bo baştirkirina peywendiyan bi Hewlêr, Duhok, Silêmanî û tevahiya Herêma Kurdistanê re planên wan hene.

Sullivan li ser peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê got, “Peywendiyeke bihêz a li ser gelek berjewendiyên hevbeş heye.”

Sullivan diyar kir ku ew ji êrîşa Îranê ya li ser Herêma Kurdistanê nîgeran in û li ser vê mijarê bi hevkarên xwe yên Kurdistanî û Iraqî re gotûbêj kirine.

Şêwirmendê Wezareta Derve ya Amerîkayê bo karûbarên Iraqê Greg Sullivan ji Rûdawê re anî ziman, “Nashville ji ber dewlemendiya xwe ya saziyên aborî û perwerdehiyê potansiyela wê heye ku bi hemû bajarên din ên Herêma Kurdistanê re roleke cuda bilîze. Di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de li ser gelek berjewendiyên hevpar peywendiyeke xurt heye. Ji bo têkoşîna li dijî terorê û têkoşîna mil bi mil li dijî gefan li dijî gelên bêsûc, pabendbûna bi demokrasî û ewlehiyê heye.”

“Gelê Amerîkayê hembêza xwe ji Kurdan re dike”

Greg Sullivan got, “Ez dibînim ku peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê dê berdewam bin. Ez dibînim ku gelê Amerîkayê ji Kurdan re hembêza xwe vedike. Daxwazên Kurdan jî ji bo demokrasiyeke fonksiyonel heye. Ji ber vê yekê ez geşbîn im li ser pêşketina peywendiyên di navbera Amerîka û Kurdistanê de.”

Çareserkirina pirsgirêkên navxweyî li ser milê Kurdan e”

Greg Sullivan her da zanîn, “Beriya her tiştî divê em wek Amerîkiyan biryarê bidin ku Kurd pirsgirêkên xwe yên navxwe bi xwe çareser bikin vê jî bêjim ku em ne xerîbê pirsgirêkên di navbera partiyan de ne. Li vir jî di navbera partiyên siyasî de pirsgirêkên mezin çêdibin lê pêwîst e em hemû vegerin ser prensîbên hevbeş ku her tim xizmeta heman armancê dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst