Şaredarê Nashville: Ez dê gelekî kêfxweş bibim ku em bi Hewlêrê re bibin destexwişk

15-12-2022
Diyar Kurde
Şaredarê Nashville: Ez dê gelekî kêfxweş bibim ku em bi Hewlêrê re bibin destexwişk
Şaredarê Nashville: Ez dê gelekî kêfxweş bibim ku em bi Hewlêrê re bibin destexwişk
Nîşan Nashville Hewlêr Destexwişk
A+ A-

Nashville (Rûdaw) – Serokê Şaredariya Nashville kêfxweşiya xwe anî ziman ku Nashville û Hewlêr du bajarên destexwişk bin û diyar kir ku girîng e ev bibe peywendiyeke fermî bi Herêma Kurdistanê re.

Nashville paytexta parêzgeha Tennessee ya Amerîkayê ye û piştî Memphisê bajarê herî mezin e. Şaredarê Nashville John Cooper ji Rûdawê re got, “Em ji danûstandinên perwerdeyî û çandî gelek kêfxweş in. Li Nashville 20 zanko û peymangehên me hene, em kêfxweş in ku xwendekarên me yên Kurd hene.”

Şaredarê Nashville John Cooper ji Rûdawê re li ser destexwişkbûna Hewlêr û Nashville axivî.

Şaredarê Nashville John Cooper anî ziman, “Ez ji destxwişkiya Hewlêr û Nashville gelekê geşbîn im. Nashville bi hemû hêza xwe hewl dide ku layiqî destxwişkiya Hewlêrê be. Ev ji bo civaka Kurd a ku li vir dijîn pir girîng e. Ji ber vê yekê girîng e ku destxwişkiya bi Herêma Kurdistanê re bibe peywendiyeke fermî. Ez spasdar im ku Nashville bi beşdariya Kurdistanê bûye bajarekî baştir. Xwarina çêtir, muzîka çêtir û çandeke çêtir hevkariyeke mezin e.”

"Ez dixwazim li Hewlêrê werime pêşwazîkirin"

John Cooper anî ziman, “Em dixwazin bi Hewlêrê re pevguhertin û pêşketina me hebe, em dixwazin li wir xwendekarên me hebin. Me vîdeoyeke dîmenên gelek xweş û balkêş ên Hewlêrê temaşe kir. Bi rastî ez dixwazim li Hewlêrê werime pêşwazîkirin ji ber ku biratiya me rê dide her kesê ku bixwaze serdanê bike.”

John Cooper li ser civaka Kurdan a li wî bajarî jî got, “Ev 15 sal in li Nashville di navbera Kurdan û Amerîkayê de hevkariyeke girîng heye, ji pêşveçûna ked û hêza kar bigire heta danûstandina çandî. Werin em bingeha vê daynin.”

Nashville ku bi hewandina hejmareke zêde ya Kurdan tê nasîn, wekî "Kurdistana Biçûk" tê binavkirin.

Şaredarê Nashville John Cooper di sala 2020an de bi maskeyeke ku Alaya Kurdistanê li ser hatibû neqşandin beşdarî civîneke çapemeniyê bibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst