Çîroka ciwanekî ji Qamişlo ber bi Almanyayê ve: 6 rojan di rê de bê xwarin maye

15-12-2022
Ala Şalî
Ala Şalî
Îsal mîlyonek koçber çûne Almanya, piraniya wan koçberên ji Sûriy, Efxanistan, Tirkiyê û Iraqê çûne
Îsal mîlyonek koçber çûne Almanya, piraniya wan koçberên ji Sûriy, Efxanistan, Tirkiyê û Iraqê çûne
A+ A-

Almanya (Rûdaw) – Ciwanê 16 salî yê ji bajarê Qamişlo Zana Elî piştî rêyeke dûr û dirêj derbaskirina çend metirsiyan kariya xwe bigihîne Almanyayê.

Koçberê 16 salî Zana Elî di dema dixwaze biçe Ewropa, ew di rê de rûbirûye gelek zehmetî û rojên nexweş dibe. Berê xwe daye Tirkiyê, li Tirkiyê hatiye girtin, çend hefteyan di zindanê de maye, piştî ku hatiye berdan berê xwe daye Almanya, careke din da ser rêyeke nexweş, lê li dawî gihişte Almanya. Bi rê ve, 6 rojan meşiya ye, 3 rojan tiştek nexwariye, jiyana wî jî gelek caran ketiye xeterê.

Zana Elî dibêje: “ Ez ji Tirkiyê bi barhilgirê hatim, rojekê bi temamî di bin barhilgirê de mam. Hinek êşiyam, lê niha biçek baştirim. Piştî sînor ez ketim di nav bradê de, herwiha du zilam û du keç jî ligel me bûn. Em derdora 5-6 rojan di rê de man. Xwarina me nebû. Me sê rojan xwarin nexwar.”

Ji sala 2015an û vir ve Almanya bi qasî vê salê koçber wernegirtine. Bi hezaran koçber, mîna Zana Elî bi rêya welatên Balkanê yan jî bi rêya deryayê hewl didin xwe bigihînin xaka Ewropayê, bi taybetî jî Almanyayê.

Rêxistina Diakonie  yek ji dezgehên herî zêde ji ji hatina koçberan bo welatên Ewropayê agahdar e.

Karmendê Rêxistina Diakonieyê Kamîl Bazargan diyar kir ku çûna koçberan bo Almanyayê gelek zêde bûya, bi taybetî ciwanên temenê wan jêr 18 saliyê gelek diçin û herwiha ji ber xwepêşandan û ne aramiya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gelek keç û jin diçin Almanyayê.

Rêya welatên Balkanê bûye rotayeke sereke ji bo ku koçber xwe bigihînin welatên Ewropa, sedem jî ew e ku wergirtina vîzeya Sirbiya hesan e.

Ofîsa Koç û Koçberan a Almanyayê di emaîlekê de dibêje: “Em dikarin bibêjin ku ne tenê li Almanyayê di heman demê de li sînorên dervey Yekîtiya Ewropayê jî, zexta li ser koçberiyê êdî gelekî zêde dibe. Her çend di havîn û payîzê de her sal hejmar zêde bibe jî, çalakiyên xwegihandina heyî li gorî salên borî zêdetir in.  Hejmara koçberan zêde dibe, bi taybet bi rêya Deryaya Navîn ji Tûnis û Lîbyayê, lê ji Tirkiyê ber bi Îtalyayê ve û rêya Balkanan ev diyarde zêde bûye.  Sedema wê jî verdigere bo xerabbûna rewşa siyasî ya aborî û herêmî li welatên transît ên weke Tirkiye, Tûnis an jî Lîbyayê ye û ev yek dibe sedema zêdebûna tevgerên koçberiyê.”

Yekîtiya Ewropayê ji bo rêlibergirtina koçberan a bi ser welatên Balkanê ve planek heye. Ji bo guhertina polîtîkaya vîzeyê zext li Sirbîstanê kirine û bang dikin ku rêxistina Frontex,  li ser sînorên li derveyî Ewropayê bi taybetî li ser sînorên welatên Balkana çalaktir bibe.

Li gorî amarên Daîreya Koçberî û Koçberiyê, ji ber şerê Ukraynayê û Rûsyayê, di nava vê salê de mîlyonek koçberên Ukraynayê çûne Almanyayê. Ji destpêka vê salê heta meha Cotmehê zêdeyî 181 hezar û 612 penaxwazan jî serlêdana penaberiyê kirine. Ji sedî 38,9 ji sala borî zêde bûye. Li gorî lîsteya welatên ku hejmara koçberên herî zêde diçin Ewropayê Sûriye di rêza yekemîn, Efxanista duyemîn, Tirkiye sêyemîn û Iraq a çaremîn de cih digirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst