Yekîtiya Ewropa ji cezakirina Îmamoglu nîgeran bûye

15-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Raportorê Tirkiyê yê Yekîtiya Ewropayê, nîgeranî û dilgiraniya xwe ya derbarê biryara dadgeha Tirkiyê ya ferzkirina cezayê gîrtîgehê bi ser Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu de nîşan da.

Roja Çarşemê, 14ê Kanûna 2022an, 7emîn Dadgeha Cezayan a Anadoluyê ya Stenbolê, cezayê 2 sal û 7 meh û 15 roj girtîgehê li ser Îmamoglu ferz kir.

Piştî biryara dadgehê, Raporterê Tirkiyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye: "Dadmendî li Tirkiyê di rewşeke kambax de ye."

Amor herwiha nivîsiye: “Dadwerî li Tirkiyê bi awayekî berçav bo armancên siyasî tê bikaranîn, rojeke xembar e.”

Herwiha roja Çarşemê 14ê Kanûna 2022an, Alîkarê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel di civîneke çapemeniyê de, derbarê biryara zîndankirina Îmamoglu de bi tohmeta ku heqaret li Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê kiriye, got: “Ev biryar ne li gor pîvanên mafên mirov e.”

Patel got: “Amerîka ji ber vê biryarê gelekî nîgeran û dilgiran e û ev cezayê ne dadmend ne li gor pîvanên mafên mirov, azadî û serbixwebûna yasayan e. Em derbarê tohmetbarkirina çalakvanên civaka sivîl, serkirdeyên siyasî, rojnamevan û karmendên Tirkiyê û desteserkirina wan de bo demeke dirêj nîgeran in.”

Îmamoglu sala 2019an di gera yekem a hilbijartinên şaredariyan ên Tirkiyê de li bermaberî berbijêrê AKPê biser ket, lê wê demê encamên hilbijartina Stenbolê hatin redkirin û hilbijartin hat dubarekirin. Wê demî Îmamoglu gotibû yên ku ev biryar dane “ehmeq in”, piştî vê gotina Îmamoglu derbarê wî de doz hat vekirin, bo parastina xwe jî, Serokê Şaredariya Stenbolê dibêje, ev gotina wî wek bersiva Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu bûye ku wî jî heman gotin li beramberî wî bikar aniye.

Di gera duwem de jî Îmamoglu careke din karî serkeftinê bidest bixe û bi piştgiriya Kurdan, dawî li deshilata 25 salan a AKPê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê anî.

Ger biryara dadgehê ji aliyê Dadgeha Bilind a Tirkiyê ve bê pesend kirin, wê ev cezayê li Îmamoglu hatiye birîn bikeve warê cîbicîhkirinê û ji karê siyasetê bê dûrxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst