Amerîka bo biryara Îmamoglu: Azadiyên bingehîn û serweriya yasayê hatine binpêkirin

15-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêvebiriya Amerîkayê cezayê ku li ê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu hatiye birrîn rexne kir. Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje: “Em gelekî dilgiran û bê hêvî bûne. Azadiyên bingehîn û serweriya yasayê hatine binpêkirin.”

Li ser Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu duh Çarşemê 14ê Kanûnana 2022yan ji aliyê 7emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Edliyeya Anadoluyê ya Stenbolê bi tohmeta heqaret li endamên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind kiriye"  biryara qedexeya siyasetê û herwiha 2 sal û 7 meh û 15 roj cezayê girtîgehê hat dayîn.

Derbarê biryarê de Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price got: “Em gelekî xemgîn û bêhêvî ne. Ev cezaya neheq li dijî mafên mirovan, azadiyên bingehîn û dewleta hiqûqê ye. Em bang li Tirkiyê dikin ku rêzê li van azadiyên bingehîn bigire.”

Ned Price ji nûnerê Haberturkê re wiha got: “Îro ji ber ku Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bi hinceta 'qanûnên heqaretê' 2 sal û 7 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, em bi gelekî xemgîn û dilgiran bûne. Ev cezayê neheq li dijî mafên mirovan, azadiyên bingehîn û dewleta hiqûqê ye. Em ji ber berdewamiya tawanbarkirin û dirêjkirina girtina berpirsên civaka sivîl, medyayê û kesên siyasî û karsazan li Tirkiyê bi fikar in. Azadiya derbirînê, mafê kombûn û rêxistinbûna aştiyane; bingeha demokrasiyeke saxlem e. Em bang li Tirkiyê dikin ku rêzê li van azadiyên bingehîn bigire û bi lez çareseriyeke dadmend pêk bîne.”

Di daxuyaniya Ofîsa Serokê Amerîkayê Joe Biden de jî wiha hatiye gotin: “Ev cezaya neheq li dijî mafên mirovan, azadiyên bingehîn û serweriya hiqûqê ye.”

Cîgirê Yekemîn ê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Vedant Patel jî derbarê biryara dadgehê ya derbarê Îmamoglu de ragihand ku Amerîka gelekî dilgiran û bê hêvî maye.

Vedant Patel got: “Ev dadgehkirin rêzê li mafên mirovan nagire û azadiyên bingehîn û serweriya yasayê binpê dike. Em li hemberî tohmetbarkirina civaka sivîl û ji girtina rayedarên siyasî û karsazan li Tirkiyê dilgiran in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst