Li Almanyayê Elewîtî wek ol hat qebûlkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li parlamentoya Eyaleta  Ren Vestfalya Bakur a Almanyayê Elewîtî weke ol pejirand û Cemxanejî wek dêran dibe xwedî statûyeke fermî.

Sekreterê Giştî yê Civaka Kurd li Almanya Cahît Başar ji Rûdawê re ragihand ku bi xebatên Federasyona Yekîneyên Elewiyên li Almanyayê, parlamentoya Eyaleta  Ren Vestfalya Bakur Elewîtî roja Pêncşemê 10ê Kanûna 2020an weke ol pejirand û got: “Em hêvî dikin ev encam li eyaletên din jî bandoreke erênî li ser xebatên federasyonê bike û em di wê baweriyê de ne ku li eyaletên din ên Almanyayê biryareke bi vî rengî were dayîn.”

Cahît Başar ji Rûdawê got ku serkevtinek mezin e Federasyona Yekîneyên Elewiyên li Almanyayê weke saziyeke fermî bûye xwedî statûtyekêhate qebûlkirin û wiha pê de çû: “Piştî xebatên dûr û dirêj Federasyona Yekîneyên Elewiyên li Almanyayê ew serkevtina xwe bidest xistiye. Pêkanîna mercên wê gelek zehmet e, divê tu bi xebatên xwe baweriyê bidî destûra bingehîn a Almanyayê.”

Başar da zanîn ku Cemxane jî weke dêr û cihên olî bibe xwedî maf û dê ji fonê sûdê werbigirin û ji aliyê hikûmetê ve dê mafê Elewiyan were parastin.

Derbarê rewşa Elewiyên li Tirkiyê û bandora vê biyarê li ser wî welatî de jî Başar got ku herçend xebatên Elewiyên li Tirkiyê girîng be jî divê hinek nêrîna dewletê jî were guhertin û divê hikûmet awayeke demokratîk û xweşbînî nêzîkî Elewiyan bibe û dibe ku saziyên Elewiyan weke vê saziyên vê derê bibe xwedî statûyeke fermî.

Federasyona Yekîneyên Elewiyên li Almanyayê di sala 2012an de ligel Eyaleta Hamburgê, di sala 2013an de ligel Eyaleta Saksonya Jêrîn, di sala 2014an de ligel Eyaleta Bremenê û herî dawî jî par ligel Eyaleta Rheinland-Pfalzê rêkevtina bi navê “Rêkevtina Mafê Wekhevî” îmze kiribû.

Di çarçoveya wê rêkevtinê de mamosteyên ku ji aliyê Federasyona Yekîneyên Elewiyên li Almanyayê ve hatine destnîşankirin dikarin waneya Elewîtiyê bidin, li wan eyaletên navborî Elewiyên kar dikin, dikarin di Roja Aşûreyê de, Cejna Newrozê û di roja jidayîkbûna Hz. Elî û rojên din ên olî de destûrê werbigirin û wan rojan neçin kar.

Herwiha li girtîgeh û nexweşxaneyan jî ximetyên îbadetên olî têne pêşkeşkirin û li zanîngehan jî bo Elewiyan kursî tê demazrandin.

Li eyaletên weke Bavyera, Berlin, Baden-Wurttemberg û Saarland jî bêyî rêkevtin waneyên derbarê Elewîtiyê de têne dayîn.