Piştî hilbijartinên Brîtanyayê pêngava serxwebûnê ji Skotlandê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîra Skotlandê Nîcola Sturgeon ku di heman demê de seroka SNPê ye, hişyarî da Borîs Johnson û got ku ew nikare bi zorê Skotlandê di nav Brîtanyayê de bigire.

Partiya Niştimanî ya Skotlandê (SNP) di hilbijartinên parlemaniyê yên Brîtanyayê de ku 12ê vê mehê birêve çû, 48 kursî ji 59 kursiyên herêma Skotlandê, bidest xistin.

Vê encamê jî destê Nîcola Sturgeon bihêz kiriye ku ew li dijî cudabûna Brîtanyayê ji Yekitiya Ewropa(YE) ye.

Li aliyê din Borîs Johnson ku di hilbijartinan de partiya wî bi ser ket, bi tundî li dij e ku li Skotlandê referandumeke din bo serxwebûnê bê encam dan.

Lê Serokwezîra Skotlandê jî dibêje, encamên hilbijartinê û wergirtina piraniya kursiyan ji aliyê partiya wê ve, berpirsyariyeke bo encamdana referandûmê û cudabûnê jî li wan bar dike.

Sturgeon ji BBCyê re diyar kiriye, “Eger Brîtanya wiha berdewam bike, ev dê bi rizayetiya dualî pêk were. Hûn nikarin bêyî rizaya wê Skoçyayê di nav Brîtanyayê bigirin.”

Xelkê Skotlandê sala 2014an ji bo diyarkirina çarenivîsa xwe çûbû ser sindoqan û ji sedî 55.3ê xelkê (2,001,926) dij bi cudabûna ji Brîtanyayê deng dabûn.

Lêbelê di referanduma Brexîtê ya bo cudabûna Brîtanyayê ji YEyê, berevajî Wales û Îngîltereyê, xelkê Skotlandê li dijî cudabûna ji Yekitiya Ewropa deng dabû.

Ji wê rojê ve Sturgeon li ser encamdana referandumeke nû rijd e ku li gor wê “xelkê Skotlandê pêşerojeke cudatir ji herêmên din dixwaze û xwediyê wî mafî ne çarenivîsa xwe diyar bikin.”

Wezîrê Dewletê Michael Gove jî ji Sky Newsê re diyar kiriye, Serokwezîr Borîs Johson piştî ku partiya wî di hilbijartinan de bi ser ket û dikare bi tenê hikûmetê pêk bîne, bi niyaz e heta 31ê Çileya 2020an  Brîtanyayê ji Yekitiya Ewropayê cuda bike û heta dawiya 2020an jî peymaneke nû ya bazirganiyê li gel YEyê pêk bîne.