Serokwezîrê Nemsa: Divê Ewropa giringiyê bide çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê

15-12-2017
RÛDAW
Serokwezîrê Nemsayê Christian Kern
Serokwezîrê Nemsayê Christian Kern
Nîşan Serokwezîrê Nemsayê Christian Kern Kurdistan Iraq
A+ A-

Bruksel (Rûdaw) – Serokwezîrê Nemsayê ragihand, giring e ku Yekîtiya Ewropayê gelek giringiyê bi çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê bide.

 

Di dema birêveçûna civîna lûtke ya Yekîtiya Ewropayê de, Serokwezîrê Nemsayê Christian Kern di konfranseke rojnamevanî de li ser pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê axivî.

 

Christian Kern di vê konfransa rojnamevanî de bersiva pirseke Rûdawê ya derbarê hewlên Yekîtiya Ewropayê bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de da.

 

Kern ji Rûdawê re ragihand, gelek giring e ku Ewropa giringiyê bi vê mijarê bide û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bike.

 

Serokwezîrê Nemsayê herwiha bi pêwîst jî da zanîn, weke hewlên xwe yên bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê, divê Yekîtiya Ewropayê pirsgirêkên Yemen û Lubnanê jî çareser bike.

 

Pirsa Rûdawê û bersiva Serokwezîrê Nemsayê weke xwe:

 

Peyamnêra Rûdawê li Brukselê Ala Şalî: Nemsa heta çi qasî hewl dide ku pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê çareser bike?

 

Serokwezîrê Nemsa Christian Kern: Bi rastî ev yek gelek giring e ku Ewropa xemxorê wê pirsgirêkê be, her weke ya Iraqê pêwîst e xemxorê arîşeyên Lubnanê be ku niha Serok Macron mijûlî wan e. Herwiha Yemen jî giring e. Bêguman Iraq û navçeya we jî giring e ku pirsgirêkên wê werin çareserkirin.

 

S.S

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst