Yekîtiya Ewropa li ser Helebê civîna lûtke saz dike

Bruksel (Rûdaw) – Piştî derbasbûna du rojan bi ser civîna wezîrên derve yên welatên endamê Yekîtiya Ewropayê, îro pênşemî Yekîtiya Ewropa civînekê li ser asta lûtkeyê pêk tîne û rewşa Helebê mijara herî germ a civînê ye.

 

Peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê, Ala Şalî ku ji bo şopandina civîna lûtkeya Yekîtiya Ewropayê li Brukselê ye, ragihand, her piştî ku serok û berpirsên welatên endam ên Yekîtiya Ewropayê gihîştin Encumena Yekîtiya Ewropayê, (ew) rûbirûyê çend mijaran hat kirin û hemûyan ji kirîza Sûriyê ve dest pê kirin û behsa Helebê kirin.

 

Ala Şalî got, ji ber ku Serokê Encumena Helebê di civîna lûtke yaYekîtiya Ewropayê de ye û li gel berpirsên 28 welatên endam di Yekîtiya Ewropayê de civînan saz dike, rayedarên Yekîtiya Ewropayê daxwaz kirin, ku bi zûtirîn dem dergehê alîkariyê ji xelkê Helebê re were vekirin û alîakrî bigihîje destê jin, zarok, pîr û xelkê zulmlêkirî û belengaz û ew biakribin ji vî bajarî derkevin.

 

Peyamnêra Rûdawê herwiha diyar kir, berpirsên Yekîtiya Ewropayê gotin, ku ji me re giring nîne ku Serokê Sûriyê Beşar Esed serkevtî bûye yan na, yan dijbere şikest xwariye yan na, belku ya giring ev e, ku alîkariyên mirovî bigihîje xelkê Helebê.