Yekîtiya Ewropa li ser Helebê civîna lûtke saz dike

15-12-2016
RÛDAW
Serokên welatên endam di Yekîtiya Ewropayê de bo gotûbêjkirina rewşa bajarê Helebê yê Sûriyê  dicivin.
Serokên welatên endam di Yekîtiya Ewropayê de bo gotûbêjkirina rewşa bajarê Helebê yê Sûriyê dicivin.
Nîşan Yekîtiya Ewropa Civîna Lûtke Sûriye Heleb
A+ A-

Bruksel (Rûdaw) – Piştî derbasbûna du rojan bi ser civîna wezîrên derve yên welatên endamê Yekîtiya Ewropayê, îro pênşemî Yekîtiya Ewropa civînekê li ser asta lûtkeyê pêk tîne û rewşa Helebê mijara herî germ a civînê ye.

 

Peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê, Ala Şalî ku ji bo şopandina civîna lûtkeya Yekîtiya Ewropayê li Brukselê ye, ragihand, her piştî ku serok û berpirsên welatên endam ên Yekîtiya Ewropayê gihîştin Encumena Yekîtiya Ewropayê, (ew) rûbirûyê çend mijaran hat kirin û hemûyan ji kirîza Sûriyê ve dest pê kirin û behsa Helebê kirin.

 

Ala Şalî got, ji ber ku Serokê Encumena Helebê di civîna lûtke yaYekîtiya Ewropayê de ye û li gel berpirsên 28 welatên endam di Yekîtiya Ewropayê de civînan saz dike, rayedarên Yekîtiya Ewropayê daxwaz kirin, ku bi zûtirîn dem dergehê alîkariyê ji xelkê Helebê re were vekirin û alîakrî bigihîje destê jin, zarok, pîr û xelkê zulmlêkirî û belengaz û ew biakribin ji vî bajarî derkevin.

 

Peyamnêra Rûdawê herwiha diyar kir, berpirsên Yekîtiya Ewropayê gotin, ku ji me re giring nîne ku Serokê Sûriyê Beşar Esed serkevtî bûye yan na, yan dijbere şikest xwariye yan na, belku ya giring ev e, ku alîkariyên mirovî bigihîje xelkê Helebê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst