Netanyahu bersiva gefên Îranê da: Îsraîl ne kirûşk lê piling e
Navenda Nûçeyan – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bersiva gefên Îranê da û bi rêya Serokê Kazaxistanê peyamek ji Tehranê re şand. Netanyahu ji rayedarên Îranê re got: “Îsraîl kirûşk nîne, belku pilinge.”
Duh çarşemiyê Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xaminêyî di hevdîtineke li gel Sekreterê Cîhada Îslamî ya Felestînê, Remezan Ebdullah de ragihandibû, pirsa Felestînê pirsa yekem a Îranê û cîhana îslamî ye û tekez kiribû, eger ku hemû aliyên felestînî pêkve xebatê bikin, dê Îsraîl heta 25 salên din ji nav biçe.
Piştî belavbûna wan gotinên Xaminêyî di medyayan de, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bersivek tund da Îranê û hişyarî da berpirsên Tehranê û got, gefkirin li Îsraîlê, Îranê tûşî xetereke ciddî dike.
Benjamin Netanyahu ku duh bi serdanekê li welatê Kazaxistanê bû, di hevdîtina li gel Serokomarê Kazaxistanê Nûrsultan Nezerbayif de bersiva daxuyaniya Rêberê Îranê Elî Xaminêyî da.
Netanyahu daxwaz ji Nûrsultan Nezerbayiv kir, hişyariya Îsraîlê bigihîne Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û jê bipirse; “Çima Komara Îslamî ya Îranê berdewam gefa ji nav birina Îsraîlê dike?”
Netanyahu herwiha ji Serokoamrê Kazaxistanê xwestiye, ku ji Rûhanî re bêje; “Îsraîl kirûşk nîne, pilinge. (Îsraîl) welatekî biçûk û bêdesthilat nîne û îranî nizanin li gel çi rûbirû ne, nizanin xwe dixin ber xetereke ciddî.”