Sydney: Di bûyera dîlgirtinê de 3 kes hatin kuştin

15-12-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsê Awustralyayê ragihand ku di bûyera bajarê Sydney de 2 dîl ligel wî çekdarê ku ew weke dîl girtibûn, hatin kuştin, herwiha 4 kesên din jî birîndar bûn.

 

Îro danê sibehê çekdarekî ku bi eslê xwe îranî bû û navê wî Mihemed Hesen Mentiqî ku jê re digotin “Şêx Harûn” bû, nêzîkî 20 kesên di nav kafêyekê li bajarê Sydney de dîl girtibû.

 

Lê piştî 16 saetan polîsên Awustralyayê ew rehîne rizgar kirin lê 2 ji wan ligel wî çekdarî hatin kuştin.

 

Polîsê Sydney ragihand ku wî çekdarî ew rehîne neçar kiribûn ku alayeke reş hildin û got, ew çekdar bi tohmeta destdirêjiya seksî hatibû tawanbarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst