Trump: Divê şerê Rûsya û Ukraynayê biqede

15-11-2024
Nîşan Donald Trump Şerê Rûsya û Ukraynayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump diyar kir ku ew dê meyla xwe bide şerên li seranserê cîhanê û got, “Divê şerê Rûsya û Ukraynayê biqede.”

Donald Trumpê ku cara duyem hat hilbijartin û bû serokê 47an ê Amerîkayê, li eyaleta Floridayê li galaya “America First Policy”ê axivî.

Trump amaje bi şerên li cîhanê kir û got, “Em dê gelekî li ser Rûsya û Ukraynayê bixebitin. Divê êdî (şer) xelas bibin. Divê şerê Rûsya û Ukraynayê biqede.”

Donald Trump diyar kir ku wî raporek dîtiye û li gorî wê raporê di şerê Rûsya û Ukraynayê bi hezaran kes tên kuştin ku sivîl jî di nav wan de hene.

Trump destnîşan kir, ew dê bala xwe bide bûyerên ku li Rojhilata Navîn jî rû didin.

Donald Trump anî zimên ku wan 5ê Çiriya Paşîn serkeftineke mezin bi dest xistiye û li pey çû:

“Serkeftina herî mezin a siyasî ya 129 salan e. Me hemû eyaletên girîng standin. Em di dengdana gel de jî bi ser ketin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst