Li Xezeyê armancên Amarîkayê çi ne?

Hewlêr (Rûdaw) – Samuel Werberg diyar kir ku “Li Xezeyê armanca wan a sereke derxistina dîlên Amarîkayî û gihandina alîkariyên mirovî ye.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê yê Karûbarên Rojhilata Navîn Samuel Werberg, di Rûdaw TVyê de bû mêvanê Sîma Abxizirê.

Samuel Werberg li ser mijarên wekî “şerê Hemas û Îsraîlê, rewşa Xezeyê û êrişên li hemberî hêzên Amerîkayê” nirxandinên girîng kirin.

Samuel Werberg ku salên dirêj in li herêmê dixebite dibêje em bi hemû hevalbendên Amarîkayê re têkiliyên xurt didomînin.

“Em li ser vexwendina Hikûmeta Îraqê li wê derê ne”

Samuel Werberg  bersiva pisrên “Niha helwesta Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn çiye? Ma beriya şerê Îsraîl û Hamasê mijara vekişîna Amarîkayê ya ji Rojhilata Navîn hebû?” da:

“Em bawer dikin ku hevalbend û hevkarên me dikarin baştir xwe biparêzin, wekî mînak li Îraqê hêzên ewlehiyê û Pêşmerge dikarin xwe biparêzin.

Em li ser vexwendina Hikûmeta Îraqê li wê derê ne. Li welatên Kendavê û yên din jî bi heman rengî. Amarîka demeke dirêj e bi wan re di nav hevkariyê de ye.”

“Pêwîst e dîlên Amarîkayî bên berdan”

Samuel Werberg pirsa “Armanca we ya li Xezeyê çi ye?” wiha bersivand:

“Niha hinek armancên sereke yên Amarîkayê hene. Di serî de pêwîst e dîlên Amarîkayî bên berdan.

Ya duyem jî pêwîst e alîkariya mirovahî bigihe Filistîniyên li Xezeyê.

Ya sêyem, astengkirina alozî û hewlên têkdana bûyerê yên hemû aliyan û bi taybetî jî hewlên Îran û Hizbulahê ye.”

Werberg diyar kir ku ti eleqeya Peymana Abrahamê û pêvajoya asayîkirina peywendiyên di navbera welatên herêmê û Îsraîlê de bi nakokiyên dawî re nîne û got:

“Dewlet û gelê Filistînê êrişa terorê ya 7ê Çiriya Pêşînê li dijî Îsraîlê pêk neanî. Êrîş ji aliyê komeke terorîst û tundrew ve hatiye kirin. Dewleta Îsraîlê jî bersiva vê dide.”

“Divê Ereb, Kurd û Tirk biryarê bidin”

Samuel Werberg li ser pirsa “Planeke Amarîkayê li ser Rojhilata Navîn heye?” got:

“Planek Amarîkayê li ser Rojhilata Navîn nîne. Divê paşeroja Rojhilata Navîn di destê gelê herêmê de be.

Divê Ereb, Kurd, Tirk û yên ku li herêmê dijîn biryarê bidin.

Divê ji derveyî gelên herêmê û Amarîkayê ti welatekî din îradeya xwe li ser herêmê ferz neke.

Têkiliyên me yên bi Misir, welatên Kendavê, Îraq, Urdun, Bakurê Afrîkayê, welatên din ango bi hevkar û hevpeymaniyên me re xurt in.

Ji ber vê yekê, rêveberiya Amerîkayê îradeya xwe ferz nake. Berovajî wê, dê piştgiriyê bide dabînkirina pêdiviyên Rojhilata Navîn û welatên Kendavê.

Ji ber vê yekê, berjewendiyên hevpar hene: Li şûna ku em behsa pevçûn û êrişên terorîstî yên Hemasê bikin, em dê li pey berjewendiyên hevpar bin.”

"Berî her tiştî em ji dagirkeriya Îsraîlê re dibêjin na"

Rayedarê Amerîkî da zanîn ku nirxandina li ser siberoja herêmê dê bibe spekulasyon û got, “Ji bo em li ser mijarê biaxivin hîn zû ye.”

Samuel wiha berdewam kir:

“Li şûna wê, em dikarin li ser rewş û hewcedariyên li Xezeyê bisekinin û hin prensîbên bingehîn derxin holê.

Di derbarê Xezeyê de hin prensîbên Amarîkayê hene. Berî her tiştî em ji dagirkeriya Îsraîlê re dibêjin na.

Ya duyem, em ji biçûkkirina şerîda Xezeyê re dibêjin na. Em ji koçberkirina bi darê zorê ya Filistîniyan re  dibêjin na û ji komên terorîst ên ku Xezeyê ji bo êrîşên li ser Îsraîlê bi kar tînin re dibêjin na.

Ev yek prensîba sereke ya Amarîkayê ye.”

Samuel dibêje şîroveyên wekî “Serdestiya Amerîkayê ya li Îraqê kêm dibe” ne rast in û got:

“Têkiliyên Îraq û Amerîkayê li ser esasê berjewendiyên hevpar in. Hebûna leşkerî ya li wir, li ser daxwaza Hikûmeta Îraqê ye.

Me hevdîtinên Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken yên li Bexdayê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re dîtin.

Em naxwazin tiştekî li ser Îraqê ferz bikin. Lewma di navbera her du dewletan de têkiliyeke wekhev heye.”

Samuel Werberg li ser pirsa “Çima Amerîka bersiva êrişên li ser leşkerên xwe yên li Sûriyeyê da lê bersiva êrişên li Îraqê ned?” wiha got:

“Bi giştî ez naxwazim têkevim hûrgiliyên operasyonên leşkerî lê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku ji bo parastina xwe ya li Îraq, Sûriye û cihên din dê hemû tedbîrên pêwîst wergire.”