Dadgeha Ewropa: Herî zêde doz derbarê Tirkiyê de ne

15-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME), herî zêde welatiyên Tirkiyê li DMMEyê doz vekirine.

DMMEyê amarên mehane yên dozen hatine vekirin eşkere kirin. Li gor amaran bi tevahî 75 hezar û 350 kesan serî li DMMEyê dane û welatê ku herî zêde li dijî wê doz hatine vekirin Tirkiye ye.

Heta 31ê Cotmeha 2022an bi 19 hezar û 850 dozan Tirkiye di rêza yekem de ye. Wate %26.3ê dozen li DMMEyê derbarê Tirkiyê de ne.

Piştî Tirkiyê bi 17 hezar û 50 kesan Rûsya di rêza duyem û bi 10 hezar û 750 kesan Ukrayna di rêza sêyem de ye.

Herwiha welatên din ku hejmara dozên derbarê wan de zêde ne wiha ne:

Romanya: 4 hezar û 950

Îtalya: 3 hezar û 850

Yunanistan: 2 hezar û 850

Polonya: 2 hezar û 600

Azerbaycan: 2 hezar û 200

Sirbiya: Hezar û 700

Ermenîstan: Hezar û 250

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst