Li Austuryayê qedexeya çûn û hatinê bo kesên vaksîn wernegirtine ket warê cîbicîhkirinê

15-11-2021
Nîşan Avusturya Vaksîn Qedexeya Çûn û Hatinê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Austuryayê ji roja Duşembê ve qedexeya çûn û hatinê bo wan welatiyên vaksîn wernegirtine ket warê cîbicîhkirinê. Li gor wêya ku ji 9 milyon akinciyên Austuryayê ji sedî 67ê wan vaksîn wernegirtine, biryar nêzîka 2 milyon kesan li xwe digire.

Li gor biryara qedexeyê, ew kesên ku temenê wan di ser 12 salê re ye û vaksîn wernegirtine, destûr bo wan nayê dayîn malê bicîh bihêlin, tenê bo kirîna pêdiviyên serekî, rahênan û nexweşxane nebe. Biryar wan kesan nagire kun û ji Coronayê baş bûne.

Ev biryara Austuryaya endama Yekîtiya Ewropayê di demekê de ye, di van çend rojên borî de Austuryayê rekoreke nû di pêketina bi vîrûsa Coronayê de tomar kiriye, bi awayekî tenê di dema 24 demjimêrên borî de 13 hezar kes bi wê bahorê ketine.

Alexander Schallenberg, Rawêjkarê Austuryayê ragihand, “Erkê me wek hikûmeta federalî parastina welatiyên Austuryayê ye û me her ew jî kiriye. Vê berbirsyariyê dighînin cih. ‌Herçiqas kesên vaksîn wergirtine kêmtir pêdikevin, lê pêketin di nav yên ku wernegirtine de berdewam zêde dibe.”

Ev biryara hikûmetê li Viennaya paytext û çend bajarên din bû sedema nerazîbûnê û xelkê xwepêşandan kir. Li gor biryarê, her kesek binpêkirinê bike bi 570 dolar tê cezakirin, ên ku red dikin belgeya wergirtina vaksînê yan başbûnê pêşan bidin, dibe heta sê qat jî bên cezakirin. Vê jî xelk aciz kiriye.

Sabine, welatiya Austuryayê yek ji xwepêşanderên nerazî dibêje, “Ez îro li vê derê me daku daxwaza mafên xwe bikim. Ev tedbîr gelekî nîjadperestiyane ne. Karmendên tendirûstiyê neçar kirin vaksînê werbigrin, niha kîjan çîna kar dibe armanc û tê neçarkirin? Mafê me heye em biryarê li ser laşê xwe bidin. Tişta li vê derê diqewime gelekî nîjadperestiyane ye.”

Ji destpêka derketina Coronayê ve û heta niha 959 hezar û 652 kes li Austuryayê bi Coronayê ketine û 11 hezar û 706 kesan jî canê xwe ji dest dane. Hevdem rewşa welatên din ên Yekîtiya Ewropayê jî nebaş e; bi awayekî li Almanyayê heta niha 5 milyon û 38 hezar û 436 kes bi wê bahorê ketine û 98 hezar û 194 kesan canê xwe ji dest dane.

Derbarê Fransayê de jî heta niha 7 milyon û 287 hezar û 645 kes pê ketine û 118 hezar û 154 kesan jî canê xwe ji dest dane. Li Îspanyayê jî 5 milyon û 47 hezar û 156 kes bi Coronayê ketine û 87 hezar kesan jî canê xwe ji dest dane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst