Li Misirê qeza: Gelek mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li wilayeta Suveyşê ya li rojhilatê Misirê otobuseke rêwiyan qulibî.

Wezareta Tenduristiyê ya Misirê ragihand ku 12 rêwî mirine û 33 rêwî birîndar in.

Qezayê li ser rêya Eyn Suhayê rû dabû û berê amarên cuda hatibûn dayîn.

Wezaretê berê gotibû ku 7 mirî û 25 birîndar hene.