55 sal in ji ber jinan direve: Ji wan ditirse

Hewlêr (Rûdaw) - Callitxe Nzamwita ku 55 sal in ji ber jinan direve di torên civakî de xwe bû rojev.

Ev 55 sal in ku Callitxe Nzamwitayê 71 salî ji ber jinan direve.

Callitxe Nzamwita ji Ruandayê ye. 55 sal in ku xwe ji ber jinan vedişêre û bi tena serê xwe dijî.

Li gorî nûçeya IndiaTodayê, Callitxe Nzamwita ditirse ku jin nêzîkî bibin û ji ber vê yekê xwe xistiye karantînayê.

Callitxe Nzamwita herwiha dora xaniyê xwe sênc kiriye da ku xwe ji dîtina jinan biparêze. 

Dema ku Callitxe Nzamwita jinan dibîne bêhna wî diçike, rîtma dilê wî xera dibe, laşê wî ji ber xwêdanê şilopilo dibe û nizane çi bike.

Ev 55 sa in ku Callitxe Nzamwita ji xwe re “jiyaneke dûrîjin” ava kiriye û hewl dide ku jinan nebîne.

“Min xwe li vê derê asê kiriye”

Callitxe Nzamwita li ser vê biryara xwe wiha got:

“Min xwe li vê derê asê kiriye. Min dora xaniyê xwe sênc kiriye çimkî naxwazim jin nêzîkî min bibin.”

Dîmenên Callitxe Nzamwitayê 71 salî di torên civakî de bûn rojev.