Efxanistan bi hêza 6,5 pileyan hejiya

Hewlêr (Rûdaw) - Li rojavayê Efxanistanê bi hêza 6,5 pileyan erdhejek çêbû.

Piştî erdheja ku li rojavayê Efxanistanê, heta niha li ser ziyanên canî û madî ti daxuyanî nehatine dayîn.

Hat diyarkirin ku erdhej 10 kîlometreyan di kûrahiya erdê de pêk hatiye.

Li parêzgeha Hîratê ku dikeve rojavayê Efxanistanê roja 7ê Çiriya Pêşîn, 4 erdhejên hêzên 6,3, 5,5, 6,3 û 5,9 pileyan çêbûbû.

Di 11ê Çiriya Pêşîn de jî erdhejên bi hêzên 6,3 û 5 pileyan erdhej çêbûn.

Hikûmeta Efxanistanê ragihand ku di erdhejan de nêzîkî 2 hezar û 500 kesî canê xwe ji dest daye û bi hezaran kes jî birîndar bûne.