Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mazot dîsa biha bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sibe bihayê mazotê 2,23 lîre tê zêdekirin.

Şerê Îsraîl û Filistînê bandor li bihayê mazot û benzînê kir û bihayê mazotê ji sibê pê ve tê zêdekirin.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê roja duşemê bihayê mazotê 2,23 lîre tê zêdekirin.

Bi bihayê nû lîtreya mazotê li Stenbolê dibe 39,58 lîre, li Enqereyê 40,16 lîre û li Îzmirê jî dibe 40,34 lîreyên Tirkî.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê jî bihayê lîtreyeke mazotê 40 lîreyî derbas dike.

Berî hillbijartinên 14ê Gulanê lîtreya mazotê bi 18,58 lîreyên Tirkî bû.

Piştî hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyeyê û heta niha bihayê mazotê zêdetirî ji sedî 100 hat zêdekirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 21ê Tîrmehê bihayê mazotê 1,55 lîre, 28ê Tîrmehê 1,45 lîre, 1ê Tebaxê 1,07 lîre, 11ê Tebaxê 1,80 lîre, 22ê Tebaxê lîreyek û 13ê Îlonê jî 2,03 lîre hatibû zêdekirin.