Raperê Kurd Xatar: Li bajarê min Sinê komkujî tê kirin

15-10-2022
RÛDAW
Nîşan Xatar Jîna Emînî Rojhilatê Kurdistanê Sine Komkujî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Raperê Kurd Xatar ê ji Rojhilatê Kurditanê li ser xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî dêstpê kiribûn got “Tiştên ku niha li bajarê min Sineyê diqewimin komkujî ye.”

Xatar bi rêya Instagramê bal kişandibû ser xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji ber ku “kes xeberan nade”. Ew bi taybetî ji ber rewşa bajarê xwe Sinê, nîgeran e û hêvî dike ku bêtir kes bizanin ka li bajarê wî Sinê bi çi diqewimin.

Raperê Kurd Xatar ê  ji bajarê Sinê ji bo ku balê bikişîne ser xwepaêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li ser hesabê xwe yê Instagramê videoyekê parvekir.

Xatar diyar kir ku helwesta li hember xwepêşandanên li wê derê bi taybetî tund û tûj in, ji ber ku xwepêşander bêçek in.

Xatar di videoya xwe de amaje bi yêkê kir ku rewşa bajarên Rojhilatê Kurdistanê li ber bajarên Îranê hîn xirabtir e, ji aliyê artêşa Îranê ve hatine dorpêçkirin û wiha berdewam kir“Li wê derê komkujî tê kirin, gule li xaniyan tên reşandin û gule berî serê zarokan didin. Ew sivîl in.”

Di beşeke din a videoya xwe xatar çar parçeyên Kurdistanê dide ber hev diyar kir ku rewşa Rojhilatê Kurdistanê ji parçeyên din ê Kurdistanê cudatir e ji ber li Rojhilatê Kurdistanê serhildanên bi çek tinin lê li parçeyên din wek mînak li Rojavayê Kurdistanê Kurd dikarin xwe bi çekan biparêzên lê li Rojhilat bê çek in û li ser cadeyan ji bo mafên xwe û kuştina Jîna Emînî xwepaşandanan dikin û wiha berdewam kir “Tevî van hemûyan ji aliyê artêşê ve sivîl di malên xwe de tên gulebarankirin û zarok tên kuştin.”

Herwiha Xatar ji ber helwesa bêdengiya li hember kiryarên Îranê dilgiraniyê xwe tîne ziman ku kes guh nade wan û daxwaz ji medyayê dike ku wan kiryaran bînin ziman.

 

Çi bûbû?

Piştî ku di 16ê Îlona îsal de keça Kurd a 22 salî ya ji Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê ku ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Îranê li Tehranê hatibû desteserkirin, canê xwe ji dest da, xwepêşandan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kirin.

Xwepêşandanan li bajarên Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û bi awayekî bilez û berfireh li seranserê Îranê belav bû.

Jîna Emînî xelka Seqizê roja 13ê Îlona 2022an li Tehran ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Îranê ve bi hinceta ku cilûbergên wê ne li gor hîcaba îslamê ne, hatibû desteserkirin, piştre li navenda polîsan ji hişê xwe çûbû û ketibû komayê û rakiribûn nexweşxaneyê. Jîna Emînî roja 16ê Îlonê canê xwe ji dest dabû û roja 17ê Îlonê li bajarê xwe Seqizê hatibû veşartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst