Welateke din ê Ewropayê firotina çekan ji bo Tirkiyeyê rawestand

Hewlêr (Rûdaw) – Ji berdewamiya fişarên navdewletî yên bo ser Tirkiyê de ji ber êrîşa wî welatî ya li ser Rojavayê Kurdistanê, Spanyayê jî firotina çekan bi Tirkiyê rawestand. Pêştir jî 8 welatan firotina çek û teqemeniyan ji bo heman sedêmê bo Tirkiyê dabû rawestandin.

Piştî êrîşên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê  destpê kir hejmareke welatên Ewropayê, firotina çekan a ji bo Tirkiyê dan rawestandin.

Herê dawî Wezareta Navxwe ya Spanyayê ragihand ku ew bazirganiya çekan a bi Tirkiyeyê re radigrin.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Spanyayê de hate gotin: “Spanya li gel hevpîşeyên xwe yên di Yekîtiya Ewropayê de, ji ber êrîşa li ser Sûriyê ew lîsansa ji bo bazirganiya amurên leşkerî nû nakin.”

Pêştir jî hejmarek welatên Ewropayê firotina çekan bi Tirkiyê dabûne rawestandin, ku Almanya, Fransa, Norwêc, Fînlanda, Îtalya û Brîtanya ji wan welatan in.