Îtalya û Brîtanyayê firotina çekan bi Tirkiyê dane rawestandin

Hewlêr (Rûdaw) –Di berdewamiya fişarên navdewletî yên bo ser Tirkiyê de ji ber êrîşa wî welatî ya li ser Rojavayê Kurdistanê, Îtalya û Brîtanyayê jî firotina çekan bi Tirkiyê dan erawestandin.

Îtalyayê ragihand, nabe krîza Sûriyê bi rêya serbazî bê çareserkirin û tekezî li ser rêbazên siyasî bo çareserkirina vê krîzê kir.

Pêştir jî hejmarek welatên Ewropayê firotina çekan bi Tirkiyê dabûne rawestandin, ku Almanya, Fransa, Norwêc û Fînlanda ji wan welatan in.