Putin û Sîsî 17ê Cotmehê li Soçiyê dicivin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Misirê Samih Şukrî ragihand, ku Serokê Misrê Ebdulfettah el-Sîsî serdana Rûsyayê dike û roja 17ê Cotmehê li bajarê Soçî ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dicive.

 

Şukrî da zanîn, ku di hevdîtinê de her du serok dê krîzên herêmê, pirsa Sûriyê, rewşa Lîbya û Yemen û herwiha pirsgirêka terorê li Rojhilata Navîn gotûbêj bikin.

 

Wezîrê Derve yê Misirê herwiha eşkere kir, Ebdulfettah el-Sîsî û Vladimir Putin dê peywendiyên aborî, bazirganî û dîplomatîk ên navbera herdu welatan jî gotûbêj bikin.