Putin û Sîsî 17ê Cotmehê li Soçiyê dicivin

15-10-2018
RÛDAW
Nîşan Misir Ebdulfettah Sîsî Rûsya Vladimir Putin Wezîrê Derve yê Misirê Samih Şukrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Misirê Samih Şukrî ragihand, ku Serokê Misrê Ebdulfettah el-Sîsî serdana Rûsyayê dike û roja 17ê Cotmehê li bajarê Soçî ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dicive.

 

Şukrî da zanîn, ku di hevdîtinê de her du serok dê krîzên herêmê, pirsa Sûriyê, rewşa Lîbya û Yemen û herwiha pirsgirêka terorê li Rojhilata Navîn gotûbêj bikin.

 

Wezîrê Derve yê Misirê herwiha eşkere kir, Ebdulfettah el-Sîsî û Vladimir Putin dê peywendiyên aborî, bazirganî û dîplomatîk ên navbera herdu welatan jî gotûbêj bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst