Li nêzîkî Trump gule hatin reşandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li wîlayeta Floridayê ya Amerîkayê li nêzikî cihê mana namzedê Komariyan Donald Trump dengê teqînan hat bihîstin.

Hat ragihandin piştî teqînê Donald Trump bi selamet e.

Medyaya Amerîkayê ragihand ku îro li nêzîkî qada West Palm Beach a cihê mana serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump gule hatin berdan.

Direktorê Kampanyaya Ragihandinê Steven Cheung da zanîn ku piştî gulereşandinê Trump di ewlehiyê de ye.

Steven Cheung her wiha got ku niha ti hûrgiliyên din nînin.

Li gorî medyaya Amerîkayê, ew kesê ku gule berdane hatiye desteserkirin

Trump 13ê Tîrmehê di mîtînga Pennsylvaniayê de rastî êrişî hatibû û ji guhê xwe birîndar bûbû.